Keleha Hasbetê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 15 Çile 2021 - 00:39

Min di mijara keleha Muşetê de mijara navê Mûşê vekiribû, em di mijara vê keleha ku weke bircekê berz û qereqolekê ku Deşta Mûşê radicavîne de jî, hinek Deşta Muşê bidin nasandin. Deşta Mûşê li Rojhilat ji ber pêşa gir û newalên lavayên çiyayê Nemrûtê pêkaniye, Deşta Mûşê û deryaça Wanê ji hev diqetîne, dest pê dike, hetanê nîvê başûrê çiyayê Şerevdînê dirêj dibe. Li başûr Zagrosên Rojava yane çiyayê Ziyaretê bilind dibe. Li bakur li gel çiyayê Şerevdînê rêzeçiyayên berdewamiya çiyayê Sîpanê bilind dibin. Deşt 80 km dirêj û 30 km berahiya wê heye. Deşt bi tevahî 1650 km kare ye. Deşteke tektonîk e û axa wê bi aliviyanan ximximiye. Çemê Arsînê (Muradê) û Çemê Reş rehên jiyana deştê ne. Deşt ji deryayê 1500 metre bilind e, anegorî jeologan deşt li ser kendên fay yên bi navê KAF û DAF rûniştiye. Lê deşteke gelek bi adan e. Ji gelek stranên gel û dengbêjan re bûye bingeh. Her wiha li dora deştê gelek çîrokên fîrarên weke Ehmedo jî hene.

Ev keleha Haspetê li ser pêşa çiyayê Ziyaretê yê bakurêrojhilat e.  Bi qasî 7 – 8 km li Rojhilatê bajarê Mûşê li pişt gundê Mangokê ye, jiwê jê re keleha Mangokê (Sogucak) jî dibêjin. Cihê wê di nava koordînatên bajarê Mûşê de ye. Ji Mûşê minibûsên tûrîst, lêkolîner û kesên nûger dibe wir hene. Bêguman mirov dikane bi texsiyê jî hetanî ber pêşa kelehê biçe û bibîne. Dibe ji vê tirafîqê be, li devera Mûşê keleha herî zêde tê nasîn û tê ziyaretkirin ev keleh e. 

Her çendî ewqas zêde tê nasîn jî lêkolînên arkolojîk yên bingehîn pêknehatine. Bes zinarên bazaltên mezin ên di bingehê wê de hatine bikaranîn, di nav zinarên kewke de bicihkirina wan, li ser gireke stratejîkê ku mirov lê dikane piraniya Deşta Mûşê raçavîne, her wiha li ser rêya Ûrartûyan avakirina wê, ferfûr, cêr û parçeyên fera yên ji Serdema Hesin mane, bi zelalî nîşanê me dide ku ev keleh di dema Xaldiyan /Ûrartûyan de hatiye lêkirin. Her du bircên wê yên di dema Skenderê mezin de bi xerca Xorezmê hatiye lêkirin nîvenîv li pê ne, her wiha gelek dîwarên wê jî.  Dîwarên avahiyên hundirê kelehê bi tevahî di ser xwe de hêrifîne, ji ber ku lêkolînek lê nebûye, mirov nizane ka çend avahî lê hene, mehzenê di baxirê bin de hatine kolan hene, yan tine, em wan jî nizanin. Her wiha sarinc jî li der û dorê xuya nakin. Li nêzê kelehê Nakropolek û bingehên hin avahiyên ji lêkirina wan tê fêmkirin ku ta di dema Xaldiyan de mane hene.

Hima bigire di hemû nivîs û nirxandinên li ser Keleha Hasbetê de navê fermandarê Sikenderê Mezin Beatlîs derbas dibe. Çîrok rast e, ne rast e, tişteke din e, lê cihê keleh lê hatiye lêkirin ciheke gelek stratejîk û bi destxistina wê dijwar e. Li ser Skenderê mezin û fermadarên wî li gelek cihan çîrokên bi vî rengî tên vegotin. Bêguman ev hêjayê lêkolînê ye. Em çîrokê binivîsin: Dibêjin Skenderê Mezin dema di Deşta Mûşê re derbas dibe, ji fermandarê xwe yê ku der barê avadaniya kelehan de gelek jîr û xwedî azmûn e, dixwaze ku ew keleheke wisa lêbike, artêşa keyê herî mezin yê cihanê jî nekanibe wê kelehê dagir bike. Li ser vê fermana Skenderê Mezin Fermandar Beatlis dikeve nava lêkolînan, di encamê de vê cihê keleha Hasbetê ku di dema Xaldiyan de wek keleheke di forma qereqolekî de hatibû avakirin, hildibijêr e. Li dor wî sûr û bircên diwarê wan qalind û ji kevirên bazaltê ava dike. Gava Îskender vedigere tê kelehê dibîne, nizane ku fermandarê wî ev keleh avakiriye, dixwaze bi hêza xwe kelehê dagir bike, lê di her êrişê de bi sedan mirî li pey xwe dihêle, nikane dagir bike. Di dawiyê de Fermandar Beatlîs bi tevê çend siwaran diçe ba Skenderê mezin, rewşê radigîhîne. Dema hêrsbûna Skender dibîne, jê re dibêje: “Keyê xwedayê cîhanê we ferman da min, da ez keleheke wisa ava bikim ku keyê cihanê yê herî mezin jî nikanibe dagir bike! Ma li cihanê ji we mezintir Key heye, ya dudyan min bi dil û can fermana we bi cih anî!“

Têbinî: Anegorî daneyên berdest, lingê Skenderê Mezin li Mûşê neketiye, ew li ser Babîlê re çûye Persopolîs û Hindistanê, li ser wê xetê jî vegeryaye, çûye Misra Firewnan, li Îskenderiyê miriye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.