Keleha Giyadînê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 21 Nîsan 2022 - 22:00

  • Me xweşiyên xwezaya Giyadînê yên mîna germikan, kanyon, Pira Qudretê û bajarê antîk Meya dan nasîn.

Me xweşiyên xwezaya Giyadînê yên mîna germikan, kanyon, Pira Qudretê û bajarê antîk Meya dan nasîn. Em îro jî hinekî berê xwe bidin dîroka kevnar a herêma Giyadînê. Ev herêma me, gelek caran ketiye bin destên mîrîtiyên piçûk, piştî wan jî Xaldî / Urartuyan ev dever tevê axa xwe kiriye û demeke dirêj li vir mane. Di vê serdemê de hin berhemên giranbiha li pey xwe hiştine. Jixwe, bajarê antîk Meya di serdema Xaldiyan de hatiye avakirin. Li gel wê, gelek keleh, Nekropol û kavîlên bajarokan jî li pey xwe hiştine. Ji van paşmayiyên Xaldî /Urartûyan yek jî keleha Giyadînê ye. Em îro bi agahiyên kêm jî be, hinek wê bidin nasandinê.

Mirov ji bajarê antîk Meya têdigihîje ku Giyadîn cigehekî kevnare ye. Navên bajêr ên kevnare yên bi destê me ketine, ev in:  “Dadeon, Daudyana”; ev nav di nava belgeyên Bîzansî de derbas dibe. Lê em dizanin ku cihê herî kevn, bajarê antîk Meya ye. Tiştên dagirkerên Tirk li hev anîne, bi giştî derê rastiyê ne, û sêwirandî ne. Ew navê Giyadînê bi navê kurê Hesê Dirêj Ziyaeddin ve girê didin. Lê em dizanin ku ti têkiliya wê û rastiyê bi hev re tine. Ji ber ku, wê demê jî ev bajar û keleh hebûn, heta li nêzê kelehê nekropoleke serdema Urartuyan heye. Keleha Giyadînê ji avahiya wê tê fêmkirin ku ji serdema Xaldiyan ve maye. 

Kaleha Giyadînê li başûrê bajarê Giyadînê, li ser girekî zinarîn ê parekî Kanyona Giyadînê ye, hatiye lêkirin. Ev girê zinarîn bi xwe weke keleheke xwezayî xuya dike. Keleha Giyadînê di serdema Pezkelan (Akkoyunan) de hatiye temîrkirin û bikaranîn. Ji ber vê jî, hin derdor avakirina vê kelehê bi Pezkelan ve girê didin. Lê awayê lêkirina kelehê, hîmên wê yên di zinêr de hatine bicihkirin, zinarên nîvteraştî yên destpêka serdema hesin destnîşan dikin; derenceyên di hundir de daketine jêr, ji sedî sed weke qopyayeke keleha Girêsor a Milazgirê ye, heta mirov dikane bibêje, ji destê heman hosteyan derketiye. Dîsa nîşaneyên sarinc û jûrên di zinêr de hatine kolandin, bi zelalî nîşanê me didin ku ev keleh di dema Xaldî/ Urartuyan de hatiye lêkirin. 

Mirov dikane, hin nîşên di zinêr de hene jî, weke daneyeke têr a dema Xaldiyan destnîşan dike, bibîne. Mixabin ku li ser kelehe lêkolînên arkeolojîk ên wisa bingehîn pêk nehatine ku mirov bikane bi hêsanî agahiyên têr bide. Şaredariya bajêr jî, lê xwedî derneketiye. Mixabin ku niha tenê dîwarên di dema Xaldiyan de weke bingeh hatine danîn, mane.

Evliya Çelebîyê Osmanî, hetanê vira hatiye, li kelehê jî geriyaye. Piştî agahiyên li ser temîra Kurê Hesê Dirêj dide, venivîsandina kelehê wiha didomîne: “Di nava kelehê de mizgeftek, 600 xaniyên ban bi axê hatiye porkirin, xaneke lêmayînê, çil, pêncî dukan û çend firin hene.” Anegorî agahiyên Evliya Çelebî, Osmaniyan jî ew temîr kiriye. Lê îro nîşaneya hîmên wan xaniyan û temîra Osmaniyan jî di kelehê de tine. Hêjayê gotinê ye ku mirov bibêje; anegorî daneyên dîrokzanên Tirk, Yavuz bi artêşa xwe ve di vir re çûye şerê Çaldiranê. Di dema wî de jî li vir komkujîya Kurdên Êzdî pêk hatiye. Ji ber ku keleh nêzîkê bajêr e, gêncîneger zêde pêşkalê kelehê nebûne, ji wê bilêkolîneke zanistî gelek agahî dikanin bi dest bikevin.

Ma kî çav bernedaye Kurdistanê! Ne tenê Tirk, Ereb û Faris, Ingilîz, Fransî, Elmanan jî xwestiye bixin kontrola xwe. Heta Rûs jî cara yekem di sala 1877´an de hetanê vir hatine, tevahiya herêmê dagir kirine. Anegorî agahiyên kalemêrên herêmê, wan gelek tişt ji Keleha Giyadînê û dora bajarê antîk Meyayê derxistine û birine. Keleh hinek jî, bi topbarana wan hatiye hilşandin. Di wan deman de piştî Rûs dikişin, dewleta Osmanî bi boneya hevkariyê êrişê Kurdên Êzdî dike, wê demê ji sedî 80´yê Kurdên herêmê Êzdî bûne. Beşeke Kurdên Êzdî wê demê ji ber êrişên Osmaniyan koçber dibin. Rûsan cara diduyan jî, di dema Şerê Cihanê yê Yekem de herêm dagir kirine. Lê bi şoreşa Lenîn a li Rûsyayê re leşkerên Rûs vedikişin.

Mixabin ku tevahiya agahiyên berdest ev in, ji wê me nekanî ku em kelehê bi her awayî bidin nasîn. Bes keleheke Xaldiyan a ji bo parastinê ye û her wiha dikeve nava kelehên mezin. Bi hêviya em bikanin di keleheke din de hê agahiyên berfirehtir û zanistî bidin, yan jî hetanî mijareke din, bimînin di nava tendûristiyeke bijûn de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.