Keleha Girê Kot

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 4 Mijdar 2021 - 23:32

  • Serweriya Bîanî (Urartu / Xaldî) anegorî daneyên berdest li Azaşkun (Nêzî gundê Tendurek / Azî – Milazgir) hatiye damezrandin. 

Serweriya Bîanî (Urartu / Xaldî) anegorî daneyên berdest li Azaşkun (Nêzî gundê Tendurek / Azî – Milazgir) hatiye damezrandin. Wê serdemê Patnos jî di nava sînorê serweriya li Azaşkunê de bû. Milazgir û Patnos ji hev ne dûr in, mîna erdnigariya navçeyekê ne. Li vê devere hê jî eşîrên Hosunan (Hesenan) ku beşeke konfederasyona bîanîbû, serdest e û di jiyana rojane de bi adetên wê serdemê dijîn. Xaldî (Bîanî /Urartu) li Azaşkun damezirî, liTujpa û Qilbanî Key (Wan) gîhîşt serdema xwe ya herî bi hêz. Li ser êrişên Asûran, ta di dema Key Îşpûnî û Menuwa de bajarê Aldarî/Aldûrî (Panos /Patnos) ji bo roja teng amade kirin, pirraniya razên dewletî li vir, di keleha Aznavur de parastin. Ev keleha Eznavur li ser girê Kot a 2 km dûrê Patnosê ava kirin. 

Li parêzgeha Agiriyê, cihgeha herî kevn û berê hemû cihgehan hatiye avakirin, herema Patnosê ye. Li vir gelek keleh, nakropol  û kavilên kevnên ji dema Xaldiyan ve mane. Cihên herî girîng jî bêguman Keleha Aznavur a ev 2 hezar 800 sal e li pê ye. Ev keleh li ser girê ku di deşta Patnosê de weke kovikekê 300 metreyan bilind dibe, bi qasê 2 km li bakurrojhilatê bajarê Patnosê ye. Cihê din jî kavilên bajarê kevn "Girê Êş" yan jî girê Girikê ya bi qasê kilometrekî li başûrê Patnosê ye. 

Keleh di serdema Key Îşpûnî de hatiye plankirin û di dema Key Menuwa de jî hatiye lêkirin, lê hetanî dema Key Argiştî I. jî avakirina avahiyan domandiye. Ev keleh ji kelehên din pirr cuda ye. Sûrên vê kelehê jî gelek cuda ne. Li çaravêlên wê, serê çend metreyan bircên çavdêriyê hene. Ev jî giringiya parasina kelehê destnîşan dike. Di nava sûrên kelehê de jî goleke piçuk hatiye çêkirin. Lê nayê zanîn ka ev ji bo avadaniyê yan ji bo şewatê ye. Lêkolînên ser rûyê erdê cara yekem bi destê arkeologên Ingilîz C. A. Burney û G.R. J. Lawson sala 1957‘an pêk tên. 

Sûrên li dor kelehê di berpalê kelehê de hatine lêkirin. Dîwarên sûrê yên bi hostatiya serdema Xaldiyan hatiye lêkirin, cih bi cih 5 metreyan fireh in. Diwarên sûrê bi bilindahiyeke 4 metreyî ne. Derîyê kelehê li berpalê rojhilat di zinarê kewke de hatiye vekirin. Derî ne rasterast dikeve kelehê, bi çivên parastinê dikeve hundirê kelehê. Derî di ketina hundir de 4,40 metre ye. Lê piştî ku çivekê dide xwe, ev berahî dadikeve 3,60 metreyî. Bi berahiya 12 metreyên bi çarçik, stadêlek bi çarçik li navenda kelehê hatiye avakirin. Li hundir û hawîrdorê kelehê, lêkolînên arkeolojîk yên bungehîn pêk nehatine, tenê agahiyên rûyê erda wê hene.

Herî zêde di vê kelehê de lewheyên nivîsandî bi dest ketine. Di van lewheyan de gelek agahiyên li ser şerê berfirehkirin û dagirkirinê, hene. Ev der mîna ku depoya veşartî ye, belgeh û lewheyên nivîsandî yên herî girîng li vir hatine dîtîn. Di lewheya li ser kevirê bazalt a li aliyê rastê yê deriyê Persetgeha Xaldî hê jî heyî de nivîseke dirêj ya bi destê Key Menuwa ve hatiye nivîsandin, heye. Di wê lewheyê de wiha dinivîse:

"Kurê Îşpunî Menuwa bi destûra Xweda Xaldî deriyek Xaldî çêkir û li bajarê Aldûrî, kelehek bê kêmasî ava kir. Piştî kurê Îşpûnî Menuwa li ser textê bavê xwe rûnişt, welatê Şatîru serî hilda, Xweda Xaldî bi rima xwe derket qada şer, bajarê Huradînaku, Gîdîmaru û welatê Şatîru jî girtin. Xweda Xaldî bi hêz e, rima wî jî bi hêz e. Bi destûra Xweda Xaldi kurê Îşpûni Menuwa derket seferê, bajarê Huradînaku, Gîdîmaru û welatê Şatîru bi hêza xwe bi dest xistin. Welatê Şatîru û bajarê Tarzu jî girtin û berê xwe da welatê Buştu û Malmalî. Beriya min, ti key û qralî bajarê Huradînaku negirtibû û talan nekiribû. Di heman salê de li welatê Alzî serhildan çêbû. Kurê Îşpûnî bi destûra Xweda Xaldî derket seferê, bajarê Qutumê belawela kir. Li gel wî, wêlatê Şaşunî jî girt. Li bajarê Qutumî kelehek lêkir..." 

Dibe ku devera Qutumî /Qurtunî devera Qortiyê - ji Çatê heya Têrcan û Endersiyê - be. Bi dîtina min Şaşunî jî devera Şûşarê - başûrê Tekmanê hetanê devera Qurtizî - ye. Navê çemê Erez, devera Qurtizî dibe ku bi peyva Alzî ve têkildar bin, lewre li vê heremê paşmayî û kavilên wê serdemê hene. Li aliyê din bê Urartuyan ti kesî ev dever dagir nekirine. 

Di kelehê de hin avahî hetanî vê roja me mane. Binê avahiyan bi xweliyeke zuwa û nîv xîs hatiye tijîkirin, arkeolog bawer dikin ku vê jî hiştiye ku ew li pê bimînin. Bi qasê 60 – 70 metre li jêrê kelehê jî hin avahiyên bi vî rengî hatine derxistin. Li gel wê, li vir di serdema Argiştî I. de  bi awayê sîloyan depoyên zexîreyan yên ji bo rojên teng jî hatine lêkirin. Argiştî I. di lewheya li ser zinarekî de wiha dinivîse: "Kurê Menuwa Argiştî di vê kelehê de bi destûra Xweda Xaldî depoyên zexîreyê lêkirin".

Gêncînegeran li vir jî bi dizî gelek tişt derxistine û firotine welatên der. Mînak di Muzeya Îsraîlê ya bi navê Jarusalem de şamdaneke bronza sêpî heye ya ku ji vê Keleha Aznavur/Eznawur hatiye dizîn. Li ser wê wiha dinivîse: "Diyariya Menuwa ji bo Xweda Xaldî ye". Berhemên ji vir derketine, beşeke wan li Muzeya Wanê û beşek jî li Muzeya Erziromê ye.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.