Keleha Girê kelê/Kotekan

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 8 Cotmeh 2020 - 23:00

Di mijara lêkolînên kelehan de em fêrî erdnîgarî, navên kurdî yên qedîm û her wiha navên tirkî yên bê wate jî dibin. Ji ber ku navên tirkî bi destê hin karmendên nifusê bi awayê pişavêtinê hatine lêkirin, bê wate ne, mînak navê gundê Kotekan “Dogantaş” danîne, yanê çi? Ma kevir dizên? Eger gotinên kurdî wergerandibana, dikanîbû bi watetir ba. Lê armanca wan navên bi dîroka Kurd û zimanê Kurdî re têkildar wendakirine. Bi rêya kevir û darên wê xakê bi tirkî nîşandanê diroka wî welatî ji bîrkirin dayîn û her tiştî ji xwe û dîroka xwe re têke mal. Gorên kevnar ên ku nişaneyên gelan li ser hene, wan jî diruxînin, heta li ser goran bajaran ava dikin. Tevahiya armanca wan belovajîkirina rastiyan e. Lê em ê bi lêkolîn û nivîsandinan pêşî lê bigirin.
Gundê Kotekê 45 km li bakurê Milazgirê ye, hima di sînorê erdnigariya Patnos û Tutaxê (Agirî) de ye. Ev cigeh ji her deveran dûr e, rêyên kevn jî di vê deverê re derbas nebûne. Li herêmê nişaneyên kanên madenan jî tine. Ji çiya, deşt û gundên mezin û tên nasîn jî dûr e. Bes ew û keleha Kîşervan (Tikizli) nêzî hev in, tenê bi qasê 15 km dûrî hev in. Ev devera ku ji hemû navendan dûr devereke zozanî ye, ji bo pezxwedîkirinê gelek destdayî ye. Ev keleha ji bo parastina bajarok û keleha Girêsor, yan jî ji bo sewalwaniya deverê hatiye avakirin, ev jî nayê zanîn. Ji ber ku mirov dikane ji diharê vê keleh ji havîr dora xwe bilintir ta Milazgir û Tutaxê bibîne, dibe tenê ji bo çavdêriya hawîrdor jî hatibe avakirin.
Keleha Girê Kelê bi qasî 1,5 km li bakûrê Gundê Kotekan (Dogantaş) e. Gundê kotekan gundekî piçûk e. Bi giranî bi sewalvaniyê re mijûl in. Keleh li ser girê herî bilind ê herêmê ye. Gir bi awayê kovikek ji hawîrdora xwe bi qasî 60 – 70 Mêtreyî bilindtir e, bi meyleke ji %40 bilind dibe û wisa gilover e ku mirov wer zen dike ku hatiye çêkirin. Tê bawerkirin ku ev gir girekî volkanîk a piçûk e. Navenda giloveriya gir ya dîhar 175 m e ye. Yanê daîreyek yan jî gilovereke mezin e. Keleh jî bi giloveriya wekî daîreyekê hatiye lêkirin, nava wê bi kesebirî 45 mêtre ye. Kelehên bi vê awayî kêm tên dîtin. Lêkirina wê dişibe wê avahiya gilover a li başûrê keleha Gulîcî/Axkendê. Dibe armanca lêkirina wan jî bi hev re têkildar be. Lê ji ber ku bi aliye arkologan ve lêkolîneke bingehîn pêk nehatiye, mirov armanca lêkirina vê kelehê baş nizane. Bes min çawa li jor jî nivîsîye, dibe, ji bo parastina bajar, perestgeh û keleha Girêsor hatibe lêkirin. Ji ber ku Girêsor ne tenê keleh û bajarekî ye, her wiha li wir perestgeha Rojê jî heye.
Hin dîwaren wê hîn li pê ne, bes dîwarên aliyê Rojava bi makîneyên rê û xebatê hatine hilşandin. Ne ku rêyek di vir re derbas dibe, yan jî kanek li vir heye, dibe ji bo gêncîneyan jî ev kiribin. Kî ev kiriye jî, lêpirsînek li ser nehatiye kirin, yanê ev tewana dij cigehên dîrokî ji wan re kar maye. Ji ber ku di nava gundiyên Kotekan de Mutahît û karsaz tinin, ew makîneyan jî nayê dîtin, mirov bi hêsanî dikane bêje ku ev dîsa karê diziyên dewleta dagirker, yan jî peyayên di xizmeta wan de ne. Bi hêviya roja hesabpirsînê were!..
Di nava gel de tê gotin ku yên bi makîneyên kar hatine û beşeke wê ruxandine, hîç nehîştine ku gundî nêzîkê wan bibin, li hinan kincên fermî (leşkerî) hebûne. Wan hin tiştên taybet û kevirên (weke lewha) nivîsandî, her wiha kûz û peyker jî derxistine û birine. Her çendî Keyayê gund yê wê demê agahî jî daye saziyên peywendîdar, cidî negirtine.
Kevirên di dîwar de hatine bikaranîn bi teraştineke kêm, kevir di forma xwezayî de bi awayekî edilandî, mîna ku hatibin hilbijartin, di dîwarên sûra kelehê de hatine bikaranîn. Kevir polîgonal û kiklopîk in. Bingehê sûran wekî kelehên din yên Ûrartuyan di zinarên kewke de hatine bi cihkirin, dibe ji wê be, li vê herêma ku çend sal carê erdhej pêktê dîsa keleh li pê maye. Li Rojhilat nîşana birceke çavdêriyê heye. Ji ber ku aliyê Rojava hatiye hilşandin nayê zanîn ka li wî alîyê jî birca çavdêriyê hebûye yan na!
Taybetiyeke vê kelehê jî ev e; ew jî wek keleha Milazgirê ye, du sûr paralêlê hev û di ber hev de hatiye lekirin. Ev dever ne li ser rêyên dîrokî ye, çima li vir pêdiviya sûra dudyan dîtine, ew jî ji ber ku lêkolînên arkolojîk ên bingehîn pêknehatine, nayê zanîn. Bes ji ber vê sûra dudyan tê fêmkirin ku girîngîyeke wê ya taybet hebûye.
Hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.