Keleha Gavangê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 13 Tebax 2021 - 03:12

Keleh bi qasê 11 km li başûrê Wanê di nava sînorên gundê Gavankê de ye. Bi qasê kilometre û nîvê li başûrrojavayê Gavangê li rojhilatê rêya Wan û Payîzavayê ye. Keleh li ser girekî bi qasî 2050 metreyî bilind e. Dîwarê wê rast in û li dora 2500 metreqareyî berfireh hatiye lêkirin. Li ser wê qesreke pirr mezin heye ya ku bi tevê kelehê di nexşeya satelîtê de jî xuya dike. 800 metre li bakurê kelehê jî Bendava Xirabe hê jî li pê ye. Ev bendava Xaldiyan herî kevn û destpêkê ye. Ev keleh çarşîkelta (Akropol) ye, hem jî çarşîkelta (akropola) herî mezin a cihanê ye. Li dor wê nakropoleke mezin û kavilên bajêr yên li dor kelehê hene. Mirov ji wir têdigîhîje ku ew der di dema Xaldiyan de bajarekî mezin bûye. Her wiha di navbera gundê Gavankê û kelehê de kavilên baregeheke dema Xaldiyan ya kevirên wê tevde hatine birrin jî, xuya dike. Dema lêkolînên li vir biqedin, gelek aliyên serweriya Xaldiyan jî wê zelal bibin.

Li gundê Gavankê bi navê Heft Kîlîse kompleksek heye û ew ji dema Ermeniyan maye. Kîlîse hê jî bi tevahî li pê ye û hetanî radeyekê bi destê dewletê ve tê parastin. Hostayên Ermeniyan kevirên avahiya baregeha leşkerên Xaldiyan ya di navbera kelehê û gundê Gavankê de, anîne û di lêkirina kîlîseyan de bi kar anîne. Di nava wan zinarên ji baregehê de sê lewhayên nivîsandî ku di dema lêkirinê de hatine texrîbkirin jî hene. Li aliyê din gelek nîşaneyên ku ew kîlîse rasterast li ser Mîhrgehekê (Atêşgedehekê) agirperestan, yanê baweriya pêşiyên Kurdan hatiye lêkirin. 

Prof. Dr. Oktay Belliyê serokatiya lêkolînên arkeolojîk ê li Gavankê bi rê ve dibe. Bi rikî îdîa dike ku "Ermaniyan li ku avahî lêkirine, ya li ser  avahiyên çandên beriya xwe, yan jî ew avahiyana yekber ruxandine û di avahiyên xwe de bi kar anîne. Di ruxandina avahî û kelehên Xaldiyan de bi rola herî nerênî ew rabûne." Ev Keleha Gavangê (YoncaTepe) jî wek Girê Mirazan piştî şewatekê di bin axê de maye. Van salên dawiyê tesadûfî hatiye dîtin.

Di lêkolînên arkeolojîk yên di nava Çarşîkeltayê de komplekseke mezin a li dor 600 metre kare fireh, ya avahiyên qesra mezin ji bin axê hatiye derxistin. Dîwarên wê avahiyê ji rojhilat ber bi rojava ve dirêj dibin, bi giranî bi kevirên sehl (pehn) û heriya bi kayê hatine lêkirin. Ev awa lêkirina dîwaran hetan van salên dawiyê jî di avahiyên gundên Kurdan de hê serdest bû. Ev kevir sehlên di dîwar de hatine bikaranîn kevirî saxsî yên gelek hişk in. Kevirê xîse hişk ên di dîwarên din û di sûra kelehê de hatine bikaranîn li herêmê zêde ye. Her wiha hê jî kana keviran a wê serdemê hatiye hêrifandin, heye û  hê jî gelê herêmê keviran ji wê kana keviran dibe û di avahiyan de bi kar tîne. 

Hê beşeke dîwarên sûrê li pê ne, mîna ku nû hatibin lêkirin xuya dikin. Bilindahiya dîwar li ser 2 metre û 80 santîman re ye. Stûriya dîwarên sûran jî di navbera metreyek û 80 santîm û 2 metre û 80 santîman de diguhere. Li ser dîwarên avahiyên nava Çarşîkeltayê sêwaxeke ji kîlê hê cih bi cih bi stûriya 3 milîmetreyan heye. Rûyê wan jî bi kilsê hatiye sipîkirin. Her wiha bi zelalî xuya dike ku li ser wan jî bi şêwekariyeke hostayî wêneyên cuda hatine neqişandin. Lê mixabin ku şopên şewateke mezin li tevahiya avahiyan hene. Ji wê jî hin tişt nikanin werin zelalkirin. Lêkolînên akeolojîk hê jî bi kûrahî temam nebûne, ji wê, divê mirov li benda encamê bimîne.

Agahiyên herî têr û dikane li ser jiyana serdemê û ya li Çarşîkeltayê agahdar bikin, ji alav û paşmayîyên depoya Çarşîkeltayê bi destê arkeologan ketine. Ev depo heta niha bi berahiya 4 metre û nîvan, dirêjahiya 9 metre 45 santîman û bilindahiya 2 metre 60 santîman hatiye vekirin. Li pêşiya depoyê jûreke bi berahiya 4 metre û nîv di 5 metre nîvan de heye û deriyê ku dikeve depoyê jî 1 metre û 35 santîman fireh e. Xuya dike ku deriyekî yekbask lê hebûye. Di depoyê de 13 pîtonên yanê kûzên mezin ên hetanî ber dev di axê de hatine bicihkirin, hene. Di hundirê wan de nîşaneyên şeraban û xwurekên din hene. Di depoyê de bi hêjmareke gelek zêde serê rimên ji hesin û tûnc, her wiha şûr, kêr û xencer hene. Li gel wan hin xişir û mişir, gelek fera û folên ferfûrî û tûnc, parçeyên caw, kinc û xaliyan hatine bidestxistin. 

Ji ber ku di nakropolê de yanê li gorên li dor kelehê, her wiha di nava kavilên bajarê kevn de jî gelek agahî hatine bidestxistin, ez ê hefteya bê li ser wan rawestim. Hetanê wê deme bimînin di nava xweşî û geşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.