Keleha Amik (Amqupert)

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 2 Tîrmeh 2021 - 03:05

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Berzan Guneş  rojê 30. 10. 2018’an bi lêkolîner û nivîskar İkram İşler re li ser keleha Amikê (Amqupert)  hevpeyvînekê çêdike. Îşler wiha dibêje: „Keleha Amikê di dema vê komarê de bi serê xwe û ruxandinê re hatiye hîştin. Gêncîneger çawa dixwazin wisa li dor û hundir kelehê lê dikolin û her derê diruxînin. Keleh bi tinebunê re rû bi rû maye.“ Rêzdar Îşler gotinê xwe wiha didomîne: „Her derê Wanê bi avahî û paşmayiyên dîrokî dagirtîne... Tenê Kurdên neviyên Urartuyan dikane li vê diroka qedîm xwedî derkeve!“ 

Mixabin ku rêzdar Îşler rastî çawa destnîşan kiriye, rewş û rawestana piraniya kelehên welatê me wiha wêran û metirsî dagirtiye, dagirker bi zanistî xwedi lê dernakevin. Hemû keleh li benda parastin û lê xweyîbûyîna xwediyê xwe ne. Divê gel li keleh û cihên dîrokî xwedî derkevin, bi awayekî tund û kotek dagirtî li dij gêncînegeran têkevin nava çalakiyan.

Keleha Amikê li ber qirika Deryaça Wanê, yanê cihê deryaçe di navbera bakurê ku weke serî û bedena deryaçê de teng dibe û rasterast li hemberê Çiyayê Sîpanê li keviya Deryaçê ya Rojhilat e. Dema mirov li ser keleha Amike (Amqupert) wê roja ku li ser çiyayê Sîpanê re diçe ava sêr dike, xwe di cihaneke avzûnkirî de hîs dike. Her wiha, mirov Keleha Kefê, ya Ercîşê, Kertizê, Tuşpa û Ernîsê jî bi hêsanî dibîne. Yanê ciheke gelek stratejîk e. Keleha Amikê bi qasê 37 km li bakurê bajarê Wanê ye. Her wiha li ser vê kelehê keştiyên diçin Xelat, Arcigeh, Erciş û Wanê bi rihetî tên raçavandin, jiwê, wê demê li vir benderekî jî hebûye.

Mixabin ku agahiyên arkeolojîk ên em dixwazin di destê me de tine. Ji wê emê tenê wisa sayakî bidin nasîn. Keleh di nîvê zinarên ji deryayê 60, 70 metre bilind de hatiye lêkirin. Di agahiyan de tê ragihandin ku berê mirov ji kelehê bi tunêlekê dadiket ser bendera li ber pêşa baxirê keleh li ser hatiye avakirin. Li gel wê bi derenceyan jî dadiket jêr. Hê jî cih bi cih parçeyên wan derenceyan hene. Anegorî lêkolînên berdest ev keleh û bender di sala 700 berê Mîladê hatine avakirin. Ev jî rastê serdema Rûşa I. tê, piştî Menuwa herî zêde Rûşa cigehên dîrokî avakirine. Mixabin ku ji bê xwedîtiyê keleh û cihên dîrokî ji %70 hilşiyaya di ser xwe de hêrifî ye, ji % 30 yê maye jî di rewşeke gelek xirab de ye. Ji ber ku pêşî li şaredariyên gel jî hate girtin, kes lê xwedî dernakeve.

Dîsa tê ragihandin ku ev keleh ne tenê wek keleheke hawîrdor raçavandine, armancên leşkerî û şer her wiha weke parastina rê û bidestxistina hatinên aboriya Çarşîkelta Ayanîsê jî hatiye lêkirin. Bingehê bendera li pêş hê jî cih bi cih li pê ye, ji wê jî tê fêmkirin ku wek keleheke têciriyê hatiye bikaranîn, lew re ji vir her tişt dikanî bi rêya bejahiyê di nava ewlehiye de bigîhîşta bajarê Çarşikelta Rûşahînlî/ Ayanîsê. Ji wê dibe ku di zinar de gelek mehzen û depoyên zexîre û alavên din jî hebe. Lê ji ber ku li ser kelehê lêkolîneke bingehîn pêknehatiye, ev jî nayê zanîn. Li gel wê mijara xezîneya keyê Xaldiyan ya li vir jî di rojevê de ye.

Baxirê keleh li ser hatiye avakirin, baxirek gewrê xîs û kîlsê ye, ji we bi hêsanî tê kolan û teraştin. Ji ber vê karektera xwe jî bi gişt ji gelek çivîkan re jî malxweyî dike. Lema hin kes ji vir re kendê kundan jî dibêjin. Kende gewr ê di bin kelehê de û wekî çavkaniya xîza herî hûr û xweş ya deryaçê ye û peravên avjeniyê yên herî paqij jî li wir heye. Ev jî her sal bi sedan tûrîstan dikişîne vir. Lê mixabin ku avahiyên ji bo tûrîstan jî nehatine lêkirin. Ev perav di destê gel yan jî dewleteke xwedî li axa welate xwe derdikeve de ba, dikanîbû biba bihuşta paravê avê jî.

Evliya Çelebî jî hatiye li vê kelehê maye û gotiye „Evsâf-ı misâl-i seng-i akîk y’nî kal’a-i Amîk“ yanê (keleha Amîkê dişibe kevirê aqîqe.) Li vir jî çîrokek wek çîroka „Çiraya li ser avê“ ya li Xarpêtê û wekî çîroka keça keşe ya li Axdamarê tê vegotin. Anagorî vê keçik li wiyalî vê tengava deryaça Wanê bûye. Kurik jî xwe ji ser keleha Amîkê avêtiye deryaçê avjenî kiriye û derbasê wiyalî bûye. Ji ber ku di nava gel de tê vegotin, bila di nivîsê de bîmîne û wenda nebe.

Dema gelekî bindest be, dîroka wan, berhemên dîroka wan jî bindest e. Ev der bingehê jiyana mirovbûnê ye. Cihê ku giyan daye kevena zêrîn ev der e. Kovara Der Spiegel û kovara Spektrum der Wissenschaft ta di salên 1996 de lêkolînên dawiyê yê li ser gel û zimanê Indo- Ewropî nivîsîbû ku zimanê gelê Îndo – Ewropî di navbera deryaça Wanê, Ûrmiyê û Zagrosan de pêşketiye û belav bûye. Andrew Collin jî di berhema xwe ya „Di nav Ariya Ferişteyan de“ dinivîse ku şarestanî li vir derketiye û li cihanê belav bûye. Bi hêviya em xwedî li vê rastiya xwe derkevin û di nava tenduristiyê de di mijara keleheke din de hev bibînin. Bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.