Kela Qelencuxê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 3 Kanûn 2020 - 23:02

Keleha cih û warê hunermend Sîpan Xelat, keleha ku dengê gelek dengbêjan teyisandiye, Keleha li ser girekî li berpalê Rojhilatê çiyayê Şerevdînê, keleha li ser hemû giran re li Deşta Mûşê dinêre, keleha di navenda cih û warê kulilka “Lale /gulaleyê” de. Gulaleyên ku niha ji serayên Holandayê li cihanê belav dibe de hatiye lêkirin. Keleha li berbanga sibehê bi tirîjên rojê yê yekem re rengê sorahiyê werdigire û dikeve nava tîrêjan. Keleh di kelakela havînê de bayê hênik hemêz dike. Ez ê îro jî vê kelehê bidim nasandin.

Keleh li Rojavayê gundê Qelencuxê û başûrrojhilatê gundê Baxçe li ser girê Navnewalkan hatiye lêkirin. Sibehan zû gundê Qelencixa di newala Rojavayê xwe de di siya xwe de dixeriqîne. Lê ji girê Tertûrê li hember bilintir e. Li başûrê wê keleheke din ya weke qereqolekê heye, arkolog di wê baweriyê de ne ku ev keleha diduyan ji dema Romayiyan ve maye. Lê rastiyên li ber çav tiştek din e. Ev cêwî keleh didişibe keleha Seyîdbegê û ya Hêrek. Ev tê wê wateyê, bingeh ji dema Xaldiyan e, Imparatoriya Roma ev restore û berfireh kiriye. Keleha mezin li ser pozê bakurê girê Navnewalka li ser baxirekî 5 – 7 metro bilind hatiye lêkirin. Gelek mixabin ku ji sûrên wê tenê rêzek, cih bi cih du rêz li ser hîmên wê yên di zinêr de baş hatine cihkirin maye. Kevirên hîm û yên hetanî newalê Rojhilat gindorbûne nîşane me dide ku ev keleh û keleha Seyîdbegê di heman demê de, heta dibe bi destê heman hostayan hatibin lêkirin. Kevireke gewrê girnûşin bikaranîne. Di hîm û rêza yekem de zinarên gelek mezin hatine bicihkirin.

Mixabin ku gêncîneger peşkalê vê kelehê jî bûne, li gel navenda kelehê li ber sûrê wê jî kolane, cihê ku gêncînegeran kolane, lê kevirên bingehê birceke keleha Qelencuxe jî derketine. Arkologên li vir cara yekem lêkolîneke rûyê kelehê pêkanîne, radigihînin ku ev ne tenê bircin her wiha ev piştekên surên kelehê parastinê ne jî, ji wê dibe ku hê bingehên piştek û bircên din jî li her çar aliyan hebin. Mînak, dibe xwerû li aliyê Rojhilat jî hebin. Di nava kelehê de bingehên hin avahiyên rêvebiriyê hene. Dîwarên wan jî bi hemen keviran hatine lêkirin. Li dîhar di forma sarincan de çend bîr hene. Lê gundiyên li herêmê di wê baweriyê de ne ku bi kizinan ji çiyayê Şerevdînê av anîne vir, ew ava wan e, lewra ew av havînê jî kêm nabe.

Girê keleh li ser e, li aliyê Qelencuxê gelek tîk bilind dibe. Di ber re çemoka Qelencuxê diherike, bes havînan ava wê gelek kêm dibe. Qelencux gundeke piçûk e, bîst sih mal in. Qelencux berê mezrayeke gundê Xaziyan bû. Debara wan sewalwanî û rencberî ye. Gûz û hermiyên Qelencuxê li hawîrdor bi nav û deng in. Niha li ser girê Tertûr ê li hemberê kelehê mal hatine avakirin, ji dûr ve wek kelehekê xuya bike jî, ne keleh e.

Di kelehên Xaldiyan (Ûrartû) hemûyan de di binê kelehê de jûr û mehzenên veşartî yan jî tunêl hene. Ji ber ku li vir lêkolîneke bingehîn pêknehatiye, em nizanin. Bes yek; gundî radigîhînin ku rovî li jêr dikevin hin qulikan, li jor yan jî di aliyên din re derdikevin. Ya diduyan di zinarê bin kelehê de cihek heye, weke şikeft, yan jî derîyekî xuya dike, lê bi zinaran girtiye. Anegorî vegotinên gundiyan sed, sed û pêncî, dused sal berê du fîrar di şikefteke binê kelehê de jiyane. Dema jê derketine çûne, bi zinaran derê wê xitimandine. Dibe ji vê baweriyê be, di nava gundiyên hawîrdor de hin vegotinên bi halîsînasyonan dagirtî hene, wekî: “Dema ez êvarê ji Qelencuxa hatim, di baxir de deriyekî vebû, hin kesên bi lixwekirinên dema berê jê derketin!”

Dora kelehê bi xirbe û kavîlên kevn dagirtiye. Li heremê cih bi cî kevirên birî yên çêkiri, conî jî hatine dîtin. Ev jî nîşaneya bajarekî kevn e. Di nava kelehê û dor kelehê de gelek xilik, cêr, kûz û parçeyên ferfûrên ji dema Xaldiyan bigire hetanê dema Imparatoriya Roma li wir hatine dîtin. Her wiha hin kevirên nivîsandî jî li vir bi dest ketine. Ji wê ev keleh û dora wê bi aliyê saziya parastina berhemên çandî û dîrokî ya herêma Wanê ku bi wezareta Çand û Tûrîzmê ve girêdayiye, roja 05. 11.1999 ev der bi biryara hêjmar 658, weke cigeha dîrokî (sît) ya di pileya yekemîn de hatiye pejirandin. Di tapo qadastroya parêzgeha Mûşê de; di bin hêjmara K46b03c pafta, 103 ada, 1 parsel de hatiye tomarkirin.

Ji bo agahiyên têr yên ku rêzdar Nofer û hunermend Sîpan Xelat dane min, sipasdar im. Bi hevîya her kes hewl bide ku li ser cigeh, keleh, nekrapolên (goristanên kevn) dîrokî yên li hawîrdora gund û bajarên xwe bicivînin, ragîhînin saziyên neteweyî, yan jî kesên li pey lêkolînan e, hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.