Kela Ernîsê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 18 Hezîran 2021 - 03:39

Min di nivîseke berê de jî gotibû, Ernîs (Unsel) gundê kalikê Yaşar Kemal e. Di navbera bavê Yaşar Kemal û hin gundiyan de şer derdikeve, bavê wî bar dike diçe Deşta Çal (Çukurova). Gund, gundekî Kurdan e. Di devê Deryaça Wanê de û li ser rêya Wanê ye. Dewleta Tirk sala 1949'an li vir dibistana Înstîtuya Gundan ava kiribû. Dû re jî ew înstîtû kirin Alparsalan Ogretmen okulu. Bi salan li wir, "ogretmenên" bişaftinê perwerde dikirin. Anegorî agahiyên Wezîrê perwerdeyê yê wê demê daye, hingê li herêmê rêjeya tirkîaxêvan li dora ji % 3 bûye. Lê niha? Ne hûn bipirsin, ne jî ez bêjim. 

Keleha Ernîsê û cihê Ernîsê li ser pozê Deryaça Wanê ya bakurrojhilatê deryaçêyê ye. Ji ber ku keleh li ser girê Evdî ye û keleheke din li herêmê heye, ji vê kelehê re bi giranî Keleha Girê Evdî dibêjin. Ev gir ji deşta gundê Ernîsa ku di devê Deryaça Wanê de ye, bi qasê 60 – 70 metreyî bilind dibe. Ji dûr ve weke zîgûratekê xuya dike, lê girekî xwezayî ye, ne girekî lêkirî ye. Gir û keleh mîna cihekê herî stratejîk û çavdêriyê ye. Ji Çiyayê Sîpanê hetanî Xelatê, mirov dikane her derê bibîne. Ji ber ku gir, ji bakurrojhilat ber bi başûrrojava ve dirêj dibe, keleh jî anagorî avahiya topografîk a zemîn hinekî oval, yanê hêkanî ye.

Keleha bingehîn li ser baskê başûr e. Her wiha avahiyên bingehîn jî li wir in. Dîwarê kelehê yên bingehîn û sûrên başûr bi kevirên teraştî û edilandî hatine lêkirin. Lê bi zelalî xuya dibe ku dîwarên sûrên kelehê yên bakur û Rojhilat tenê ji bo parastinê hatine lêkirin. Lew re tev de bi kevir û zinarên kîklopîkên bê teraştin û nîv teraştî hatine lêkirin. Baxir û zinarên kewke yên di bingehê kelehê de li hemberê erdhejan hemûyan dîwarên wê li pê girtine. Ji ber ku cihê kelehê bilind e, bi bilindbûna ava deryaçê re jî ti carî neketiye binê ava deryaça Wanê.

Mirov ji bingehên avahiyên di hundirê kelehê de têdigîhîje ku ev keleh ji keleheke parastin û leşkerî bêhtir, weke Akropolekê, yanê bi awayê çarşîkeltayê hatiye lêkirin, lema dibe ku ev keleh di serdema Keleha Bilîs û ya Xarpêtê de hatibe lêkirin. Jixwe, awayê lêkirinê û bikaranîna keviran jî vê destnîşan dike. 

Li dor keleha Ernîsê Nakropoleke mezin heye, her wiha di nakropolê de gorrên bi awayê jûran lê di serdemên cûda de hatine lêkirin, hene. Prof. Dr. Afif Erzen bi salan li ser wan gorran dixebite û hinek gorran vedike. Di gorran de gelek hestî tên dîtin. Her wiha di her gorrekê de bi 10'an fera û fol jî tên bidestxistin. Ev jî tê wê wateyê ku gelek mirî anîne û di van juregorran de veşartine. Li gel wan di gorran de gelek morî û mircan, haletên ji kevirên giranbiha, heta serê riman yê ji hestiyan jî hatine dîtin. Ew bi pirranî di mûzeya Wanê de ne.

Li mezra Gundê Sor ku Tirkan navê we kirine Kêçîkiran a ku sê çar kilometre li bakurrojhilatê kelehê ye jî, li berpalê çiyê keleheke piçûk a weke qereqolê heye, arkeolog bawer dikin ku ew keleh tenê ji bo parastina vê herêmê û kelehê hatiye lêkirin. Lê hê lekolîneke arkeolojîk  li ser wê pêk nehatiye.

Li Rojhilatê Ernîsê di nava deştê de jî keleheke piçûk a bi navê Alaxanê heye. Her wiha li dor wê keleha Alaxane jî nakropoleke mezin ya dişibe nakropola Girê Evdî heye. Arkeologan li wir jî çend gorr vekirine. Ew gorr jî dişibin gorrên nakropola li dor Keleha Evdî. Ev jî nîşanê me dide ku wê demê li vir bajarekî kevn hebûye. Lê hê jî cihê wî nehatiye dîtin.
Ji ber ku di van nakropolan de sê cûre gorr hatine dîtîn, arkeolog bawer dikin ku ev nakropol di serdema misîn/tûnc de jî hatiye bikaranîn. Lew re li gel odeyên çarnîşkê rast, çarnîşkê dirêj, jûrgorên gilover wekî tendûrê hatine lêkirin jî derketine. Her wiha li gel ferfûrên bi sorahiya Ûrartûyan, ferfûrên bi yîvên qirikreş ên gelek hêsanên baş nehatine pijandin jî derketine. Hinên wan ên dema Xaldiyan /Ûrartûyan ên destpêka Serdema Hesin in. 

Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje, hem keleh û Nakropola Evdî, ya Mezra Gundê Sor  û ya Alaxanê bi fermî weke herêma sît hatiye îlankirin, ti kes nikane kevirekî jî ji wir rake. Lê hê jî lêkolînên bingehin li ser kelehê pêk nehatine. Bi hêviya ev jî werin zelalkirin. Hetanî keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.