Kedkarê Nobeta Azadiyê Munzur
Çarşem 29 Hezîran 2022 - 22:24
- Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Azadiyê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê 10 salên xwe temam kirin û kete sala 11´an.
BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG
Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Azadiyê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê 10 salên xwe temam kirin û kete sala 11´an.
Heta niha ji gelek deverên cihê yên Ewrûpayê bi hezaran kesî nobet girt. Munzur Emekçiyê ku ji ber nexweşiya pençeşêrê wefat kir ji kedkarên organîzasyona Nobeta Azadiyê ye. Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re Nobeta Azadiyê 25´ê Hezîrana 2012´yan li bajarê Fransayê Strasbourgê dabû destpêkirin. Çalakî vê hefteyê kete sala xwe ya 11´an û hefteya xwe ya 524´an. Her hefte komeke cihê vê nobetê dewr digire.
Haya Fransiyan ji Kurdan nebû
Hevjîna Munzur Emekçî yê 4 Nîsana 2016´an ji ber nexweşiya pençeşêrê wefat kir, Rojda Emekçî ji bo Nobeta Azadiyê dibêje, "Destpêkê bêyî mohletekê hat plankirin, piştre biryar hat dayîn ku heta ku Serok azad bibe çalakî dewam bike."
Nobetê destpêkê li deriyê ketina hundir a Konseya Ewrûpayê destpêkiribû. Rojda Emekçî dibêje, “Piştî bi 2-3 mehan ji me re gotin, ‘Tirk tên Konseyê. Em naxwazin aciz bibin’. Wan nîşan da ku ji bo wan ya esas hesasiyetên rayedarên Tirk bû. Piştre xwestin konên me rakin.” Bi hewldana koordînasyona çalakiyê wan karîbû çalakiyê bînin devera îro lê.
Tê bîra Rojda Emekçî ka çawa gelek Fransiyan ji wan re digot, “Biçin welatê xwe çalakiyan bikin. Pirsgirêkan li wir çareser bikin. Aramiya me xira nekin.” Yanî haya Fransiyan ji Kurdan û rola dewleta wan di hebûna pirsgirêka Kurd de nebû.
Munzur ew agahdar dikirin
Rojda Emekçî behsa anektodeke li ser vê yekê jî dike: “Rojekê kalekî Fransî gava di vir re bihurî, bi ser me de kire qarewar. Munzur jê re got, ‘Fermo rûne. Em behsa derdê xwe bikin ji te re’. Munzur behsa têkoşîna miletê Kurd, êsîrkirina Rêbertiyê û tecrîdkirina wî kir û her wiha di van de behsa rola dewleta wî kir. Behsa heqbûna doza me kir. Kalê Fransî li ser vê gava rabû çû, got, ’min bi van nizanîbû’ û xwest em lê negirin”.
Rojda Emekçî da zanîn ku piştre Munzur ew broşur dane amadekirin ên ku li ser armanca çalakiyê ne, da ku çalakgerên Nobeta Azadiyê dewr bigirin, pê xelkê agahdar bikin: “Fransiyan êdî berê xwe dida dezgeha me ya nobetê. Di serma û seqema zivistanê de dipirsîn ka kîjan îrade me li vî cihê nobetê digire.”
Darîçavbûna dilsoziya bi Rêbertiyê re
Serê pêşî, tenê li bin sivinga avahiya li berê nobet dihat girtin, nobetdaran xwe ji baranê diparast. Niha wesaîtek ji bo çalakiyê heye û di navê de sobeyeke bi gazê hatiye bicihkirin. Koma nobetê ya ji çar kesan di rojên serma û seqemê de didu didu nobetê digirin, her serê nîv saetê cihê xwe diguherin. Yanî nîv saetê didu li ber sobê xwe germ dikin û nîv saeta din diduyên din.
Rojda Emekçî wiha behsa sereqet amadebûna Munzur Emekçî dike: “Munzur her sibeh saet 07.30 dihat cihê çalakiya nobetê û heta saet 16.30´î dima. Xwe 10 deqîqyan jî ji cihê nobetê dûr nedixist. Heger tiştekî nerênî biqewimiya, wî xwe berpirs hîs dikir. Yek armanca wî hebû; ew jî ew bû ku çalakî bigihîje mirad û mexseda xwe. Wî digot, ‘Misogerkirina azadiya Rêbertiyê ji bo min meseleyeke rûmetê ye. Ez bi tena serê xwe jî bimînim, heta mirina xwe ez ê vê çalakiyê dewam bikim.’ Ez bi Munzur serfiraz im. Ez bi her kesê ku ev wezîfe ji cihê wî hiştî heta îro anî jî serfiraz im.”