Keçan hê zarok dizewicînin

Yekşem 12 Hezîran 2022 - 21:21

  • Seroka Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê Munna Yaqu ragihand ku Iraq yek ji 10 welatên herî metirsîdar e ji bo zarokan.

Seroka Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê Munna Yaqu ragihand ku Iraq yek ji 10 welatên herî metirsîdar e ji bo zarokan. Munna

Yaqu got, li gorî raporan ji sedî 37’ê zarokên li Iraqê, hejar in, û yek ji pirsgirêkên zarokên Iraqê zewaca di zarokatiyê de ye.

Seroka Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê Munna Yaqu bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan a Cîhanî, derbarê rewşa mafê zarokan a li herêmê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Munna Yaqu behsa rapora rêxistinên navneteweyî yên derbarê rewşa zarokên li Iraqê de kir û got; “Iraq yek ji 10 welatên herî metirsîdar e ji bo jiyana zarokan. Li gorî raporan rêjeya sedî 37´ê zarokên Iraqê hejar in. Di destûra Iraqê ya sala 2005’an de, hinek mafên zarokan hatin diyarkirin. Lê di warê bicihanînê de ev maf nehatine bicihkirin. Wek mînak di madeya 30´î de dibêje, pêwîst e hikûmet rewşa aborî û cihê niştecihbûna ji bo hemû malbatan pêşwazî bike. Lê ev tenê li ser laperan maye.”

Seroka Desteya Mafê Mirovan di dewama axaftina xwe de dibêje; “Pirsgirêkek din ya zarokên Iraqê, hîna zarok zewicandina keçan e. Divê em hemû di vê mijarê de xwedî helwêst bin û çareseriyeke guncaw bibînin. Tevî li gorî hejmara 8 a yasaya sala 2011’an, sinetkirin sûc e jî, lê heta niha jî ev yek tê kirin.”

Munna got; “Li herêmê di yasaya Karkirina Zarokan de tê gotin, nabe zarokek dibin temenê 15 salî de kar bike, lê rojane em dibînin zarokên 10 yan 12 salî li cihên metirsîdar kar dikin. Zarokên 14 salî di cihên giştî yên şevan de jî kar dikin. Li gorî yasaya Cezayê ya Iraqê a sala 1969’an ji xwere gerîna zarokan sûce, lê em rojane dibînin zarok li ser rêyan û di trafîkê de ji xwe re digerin.”

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.