KCK´ê pêngava global silav kir

Çarşem 11 Cotmeh 2023 - 16:19

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku dostên Kurdan li seranserê dinyayê hemwext da destpêkirin, pîroz kir û got, “Em ê bi her awayî piştgiriyê bidinê.”

Platforma ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî bi taybet li Strasbourgê li bêhtirî 100 navendan bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd a siyasî, li ser asta navneteweyî pêngavek da destpêkirin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê pêngav silav kir û got, “Em malavahiya dostan hemûyan dikin ku ev daxuyanî dane. Vê kampanyayê di salvegera komploya navneteweyî de dest pê kir û ev yek jî xwedî wateyeke mezin e. Bersiva herî mezin û herî bi wate ku li hemberî komploya navneteweyî bê dayîn, teqez meşandina kar û helwêsteke bi vî rengî ye.

Bi destpêkirina kampanyayeke bi vî rengî, hatiye îsbatkirin ku têkoşîna li dijî komploya navneteweyî gihiştiye asta pêwîst û wê ji vir û bi şûn ve bi çalakiyên bi bandor bigihîje armanca xwe ku di dirûşmeya komployê de bi kurtî hatiye vegotin. Bi vî rengî têkoşîna li dijî komploya navneteweyî gihiştiye asta gerdûnî û ketiye pêvajoya têkoşîna topyekûn û encamgir. Bi vê têgihiştin û berpirsyariyê em bawer dikin ku kampanya wê bihije armanca hatiye destnîşankirin.

Rêber Apo li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye, teqez mirovahî divê li dijî vê yekê têbikoşe. Azadiya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û civaka gerdûnî jî bi vê yekê dibe.

Pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi bidawîbûna pergala tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê û pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo re ji nêz ve têkildar e. Bi bûyerên diqewimin ev yek îsbat dibe. Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Sûriyeyê, tiştên li Îsraîl û Filistînê diqewimin ji bo vê mînak in. Li Rojhilata Navîn pirsgirêk bi zihniyeta netewe-dewletê û amûrên wê çareser nabin. Rêber Apo bi nêzîkahiya xwe ya neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk formula herî maqûl a çareserkirina pirsgirêkan daniye. Rabûna li ber tecrîda girankirî, di heman demê de tê wateya xwestina çareseriya pirsgirêkan.

 

Bang li gelê Kurdistanê

Banga me ya pêşîn ji bo gelê welatparêz ê Kurdistanê ye. Bi bîrewerî û dilsoziya bi Rêber Apo re û baweriya bi azadiya Kuridstanê, divê mirov tevlî kampanyayê bibin. Li Rojhilat û Başûr divê gel rabe ser piyan. Xelkê Başûrê Kurdistanê divê zext û dorpêça desthilata AKP-MHP ya faşîst bişikîne û bi awayekî xurt tev bigere. Ciwanên welatparêz ên Kurdistanê divê di çalakiyan de li herî pêş cihê xwe bigirin.

Banga me ya duduyan li demokrat, rewşenbîr, welatparêz, kesên pêşverû û hêzên demokrasiyê ye. Tecrîda girankirî, tecrîdkirina Kurdan û gelên Tirkiyeyê ye. Divê êdî her kes vê rastiyê bibîne. Têkoşîna demokrasiyê ya rastîn li Tirkiyeyê, bi cihgirtina li ba têkoşîna azadiya Kurdan û rabûna li ber tecrîdê ye. Ev, pîvana demokrasî, welatparêzî, pêşverûtî, exlaq û wijdan e.

Banga me ya sisêyan li gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo nabe ku mirov bi ti awayî qebûl bike. Divê em li dijî tecrîda girankirî xwedî helwêst bin û Rêber Apo azad bikin. Lewma divê em bikin ku mirovahî rabe ser pêyan.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.