Kavîlên kevnebajêr û Nakropola Gavangê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 19 Tebax 2021 - 23:55

Fergîn Melîk Aykoç

Lêkolînên arkeolojîk yên girê keleha Gavankê (Vangavank) berê di navbera salên 1997-2009 de bi nakropolê hate destpêkirin. Dema Prof. O. Bellî ji bo li hawîrdor binihêre derdikeve diharê gir, bi carê ve rastê hin kevirên nîşana avahiyên dema xaldiyan tê. Hê li pey wê keleh û qesra dîharê gir tê kolandin. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje, li welatê me û li Anatolyayê kavîlên dîrokê yê li cihê herî bilind, ev der e. Nakropol û bajarê kevn li bakur û bakurrojavayê berpalê kelehê ye, cih wek terazinekê, bi meyleke hindik bilind dibe, cih bi cih jî wek pehnavê rast e.

Prof. Dr. Oktay Bellî wiha şirove dike: "Ermenî di Serdema Navîn ya piştê Mîladê de li herêmê serdest bûne. Bi serdestbûnê re navê gelek cigehan guheriye, li gel wê li ser berhemên dîrokî texrîbatên pirr mezin pêk anîne. Wê demê ev dever nedîtine, yek jî ev dever demeke dirêj di bin axê de maye, lema ne Ermeniyan, ne jî kesê din zirar nedane vir. Goristan jî wisa bi erdê re yeksan bûye, di nava pûş û palaxê de wenda ye, ji wê bala gencînegeran jî nekişandiye. Ev ji destpêka serdema Hesin ve maye. Ev jî ji bo me arkeologan bextekî vekiriye."

Arkeologan giraniya xwe daye ser nakropolê. Ta niha li gel gorên ji rêzê du awa gorên rayedaran hatine vekirin. Alîgor û binê herdu awa goran jî bi kevirên birrî hatine lêkirin. Di koma yekem de salê mezin dane ser alîgoran, hetanî mirov wan salan raneke, nikane xwe bigîhîne nava goran. Sal jî salê mezin in, çar peya bi zorê radikin. Koma din ya goran jî di ber kevirê alîgor re kulekeke mirovek bikane têkeve jûra gorê, hiştine û serê wê bi salekî girtine. Pirraniya goran bi vî awayî ne. Hemû gor wekî gorên din gorên çarnîşk in. Di avakirina goran de mîmarî û hostatiyeke avadaniya bipêşketî heye. Gorên rayedaran di baxirê kilsê de bi teraştinî hatine kolan, her wiha li kêleka cihê term hatiye danîn, jûrên din jî di baxir de hatine kolandin. Gor gelek fireh in jî, mînak gora bi hêjmara M3 hatiye binavkirin 6 metre dirêj e, odeya din 8 metre dirêj e. Bes berahiya wan ji metre û nîvê derbas nabe. Hin jî di forma Kremasyonê de ne.

Li başûrê nakropolê bi berahiye 1 metre û 20 cm li ser dirêjahiya ji rojhilat berbi rojava û 72 cm li ser berahiya ji bakur ber bi başûr goreke zarokan hatiye dîtin. Hestiyên zarokeke li kêleka başûr berê serê wî li rojhilat dinêre, bi awayekî xwe civandî danîne, yanê berî dane hilhatina rojê. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje, hê îro jî pirraniya gorên Kurdan ji rojhilat ber bi rojava dirêj dibe, berê termê mirovan tê rojê. Bi gotineke kurt, têkiliya gorên welatê me bi baweriya rojê re heye.

Di jûrên goran de gelek diyariyên ji bo kesê mirî hene. Ev adet berê di nava gelek gelan de hebû. Di jûrên gorên vekirî de li gel tas û sêniyên xwarinê, kûzên avê û tasa avê derketine ku ev wê demê dikirin her gorê. Li gel wan, di wan jûrên goran de derzî, gustîl, bazinên hesinî, kêr, her wiha bazinên tûnc, guharên tûncên bi kevir sutî, serê rimên hesinî xwerû jî bi teknîka hesin kutayî, avdan û sûtinê hatine çêkirin jî, di wan jûrên goran de derketine. Ev jî nîşaneya hebûna pîşeya xişir û mişir e. Ne tenê ew, morî û mircan, bişkoj û gerdeniyên ji kevirên cûda yên bi pisporî hatine çêkirin jî di hin jûrên goran de derketine. Ev tev de wek dîyarî tê zanîn.


Goristana bi kûçikan  
Taybetiyeke vê nakropolê jî ev e: Di hemû jûrgorên rayedar û mirovên xwedî paye û dewlemend de hestiyên kûçikan li gel hestiyê mirovan derketine. Ev tê wê wateyê ku mirov bi kûçikên xwe ve hatine veşartin. Prof. Dr. O. Bellî dibêje, "Me sala par 8 jûrgor û çar gorên ax û sandiqên ji keviran vekirin. Di van goran de hestiyên 79 kûçikan derketin. Xwerû jî beşekê ji wan kûçikên şivanî ne. Ev jî nîşanê me dide ku di malên Xaldiyan de kûçik hatine xwedîkirin û hem jî wan nirxeke gelek mezin daye kûçikan. Kûçik wek ferdekî malê dîtine."

Arkeolok bi zelalî radigîhîne ku wan hê nîvê goran û depoyên çarşîkeltayê vekirine. Vê jî derbarê jiyana Xaldiyan de gelek agahî ragihadinin. Dibêjin, "Bi vekirina tevahiya depoyên li çarşîkeltayê û kavîlên bajaroka li keviya Nakropolê wê hê agahiyên berfirehtir bidin me. Jiyana Xaldiyan ya wê serdemê hê baştir zelal bibe." Bi hêviya em di keleheke din de bi hev re bin, bimînin di nava xweşî û tendûristiyeke bijûn de.

 

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.