Kavîlên Girik, Girîkê Aş li Patnosê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 11 Mijdar 2021 - 23:06

  • Min di nivîsa li ser keleha Eznawurê bi navê gel "keleha Girê Kot" de giringiya herema Patnosê ya di serdema Xaldiyan de hefteya çûyîn tevî hin agahiyên arkeolojîk nivîsîbû. 

Min di nivîsa li ser keleha Eznawurê bi navê gel "keleha Girê Kot" de giringiya herema Patnosê ya di serdema Xaldiyan de hefteya çûyîn tevî hin agahiyên arkeolojîk nivîsîbû. Ev qesra Xaldiyan ya di nava kavilên Girê Girikê de hatiye kolan, girîngîya herema Patnosê ya di dîroka me de hê zêdetir derdixe pêş. Li nav û dora Patnosê kavilên dîrokî yên hê di bin axê de veşartî, gelek in, lê mixabin ku cidî nayên girtin. Ev dever, demekê keleha baweriya Êzdayetiyê bû. Jixwe, bingehê baweriyê digihîje baweriya Xaldiyan. 

Ev kavilên dîrokî ku wek "Girik" tê nasîn, ji ber ku demekê li nêzê wê aşekî avê hebûye, di nava gel de jê re "Girikê  Aş" jî dibêjin. Ev girê dîrokî bi qasê kîlometrekî li başûrê bajarê Patnosê û rojavayê Taxa Çem e. Heta ji ber berfirehbûna taxê, êdî di nava taxê de ye. Ev rûbara piçûk a di vir re diherike, pîlekî çemê Bexdîşanê ye. Ev girê kavilên dîrokî tê de hatiye parastin, ji hawîrdora xwe bi qasê 13-14 metreyî bilindtir e. Demeke dirêj di nava gel de weke cigehekî kult û pîroz pê hatiye bawerkirin, hê jî xelkê deverê yên cigehî bi siyanet nezîkî vî kavilê dîrokî dibin. Berahiya diharê girê Girikê, ji rojava ber bi rojhilat 68 metre, ji bakur ber bi başûr jî 49 metre ye. Li dora qesrê sûreke bi zinarên baş teraştî û bilind hatiye lêkirin. Ev jî, giringiya parastina vê qesrê li ber çavan radixîne. Hîmên wê û li hin cihan jî çend rêz lê hene, nîşaneyên bircên çavdêriyê jî lê xuya dikin. Lê mixabin ku kevirên wê tev de birine. Di avahiyên havîrdorê de zêde xuya nakin, dibe ku biribin derên dûr. Tenê çend zinarên mezin li cih hiştine. 

Lêkolînên arkeolojîk yên bingehîn cara yekem di navbera salên 1961-1962 de bi destê Arkeolog K. Balkan ve pêk tên. Di 2008'an de jî arkeolog Kozbe û Ceylan lêkolînên li vî cihê dîrokî didomînin. Di dema lêkolînan de arkeolog rastê du tebeqeyên avadaniyan (mîmariyê) tên. Di tebeqeya diduyan de li gel rastê berhemên mehdenî û peykeran hatine jî, her wiha rastê ferfûrên (keramîkên) dema Xaldî /Uratuyan jî tên ku ev jî ji bo têgihîştina çanda Xaldiyan pirr girîng in. 

Avadaniya di vê tebeqeya diduyan de wiha ye: Saloneke mezin a cihê rûniştina key, du pêjgehên (Kelingehên) mezin ku tê wê wateyê li vir mêvanên biyanî yên bi qedir jî hatine pêşwazîkirin. Li bin jî kîlereke berfireh, depoyeke ferfuran (keramîkan) û Kulîneke (mehzeneke) bi cêrên di forma pîtonan de lê, li ber hev rêzkirî, derdixin. Ev jî bi awayekî zelal nîşanê me dide ku ev der qesreke mezin a Xaldiyan bûye, li vir şerav jî hatiye çêkirin. (Balkan, 1964: 235 vd.; Kozbe-Ceylan vd. 2008: Anzavurtepe; Payne, 2006: 242, 260).

Piştî lêkolînên arkeolojîk û nirxandinan, arkeolog gihîştine wê baweriyê ku teqrîben di dawiya sedsala 8'an a berê Mîladê bi êrişeke mezin qesir hatiye şewitandin, hem jî bi awayekî wisa ku di ser xwe de herifiye, kesê tê de jiyane, yek jê xilas nebûye, tev de pê re şewitîne. Ev jî êrişa hêzeke mezin û dijminane tîne bîra mirovan. Dû re jî kesî dest nedayê, çawa şewitiye, wisa maye. Di nava kavilan de gelek alavên şer û yên din yên ji hesin û ji tûncê, xişir û mişir, her wiha sîtil, fera û fol jî hatine dîtin. Ev alavên li vir hatine dîtin, niha li Muzeya Anadolu Medeniyetlerî Enqerê ne. 

Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje, arkeolog tê de rastê alav û şopên "Karazan" jî hatine. "Karaz" ji gel û serweriyeke bêhtir, komên hunermendan in, bi taybetî jî di warê lêkirina avadaniyan de, çêkirina ferfûran de pêşketî ne. Li ser daxwazan çûne herêman, piştî karê wan qediyaye vegeriyane cihê xwe (aliyê Erziromê). Peyva "Hurim" jî di bingehê xwe de wisa ye. Her çendî têkiliya peyvê bi Rûmê Anatoliyê ve jî hebe, komên hosteyên dîwaran e.

Di gelek nîvîsên li ser keleh û kavilên dîrokî de min mijara gencîneger û talana texrîbata wan anîbû ziman. Li vir jî hem beriya lêkolînên arkeolojîk, wan ev der kolaye û gelek tişt ruxandine, ser û bin kirine. Hem jî li pey lêkolînên arkeolojîk bi şev hatine, kolane û gelek tişt birine. Banga min li Kurdan hemûyan e, divê gencîneger jî wek dijminê dîroka me bên zanîn, dema hatin tesbîtkirin jî bê ceza neyên hîştin, her wiha li gel cezayê werin teşhîrkirin jî.

Agahiyên li ser vê belgeha dîrokî yên niha di destê min de ev in. Dema agahiyên berfireh bi destê min bikevin ezê teqez ragîhînim bala giştî. Hetanî keleh û kavileke din tev de bimînin di nava tendûristiyeke bijûn de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.