K omeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan ku bi hişyariya "Huner ji bo her kesî ye" hat vekirin. Jinan elaqeyeke mezin nîşanî vekirina komeleyê da.
Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) bi şiyara "Huner ji bo her kesî ye" dest bi karê xwe kir. Wê bi konserekê avahiya xwe vekir.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, Ebrû Gunay, Pero Dundar, rêveberên Şaxa SES’ê, rêveberên Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û gelek kes beşdarî konserê bûn.
Seroka Komeleyê Devrîm Demîr axaftina destpêkê kir û bal bire ser sedemên vekirinê û got, "Nivîsên jinan di her serdemê de hatin paşguhkirin.
Hunerên jinan qet nehatine qebûlkirin. Bila ti carî neyê jibîrkirin, hunerê jinan nayê paşguhkirin. Niha dema parastina hunerê jinan e.”
Piştre grûpa Jin Ma derket ser dikê û stran gotin.
MA/AMED