Kargeha Rasan a rûnê zeytûnan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Çile 2024 - 04:58

Kargeha rûnê zeytê ya Rasan a li Helebceyê, dikare rojane 120 ton zeytûn ji cotyaran werbigire. Rûnê ku li vir ji zeytûnên xwezayî tê hilberandin, ji bo tevahî bazarên Herêma Kurdistanê têne şandin û daxwazek zêde li ser heye.

Yek ji cotyarên baxê zeytûnan Karwan Kemal di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî:“Min ji navçeya Qerebax zeytûnên xwe aniye Helebceyê. Gelek gazincên me ji Wezareta Çandiniyê re hene ku heta niha carekê jî pirs nekirine ku pêwîstiyek me heye yan na. Bi karkerên kirê zeytûnên xwe kom dikin û dibin kargeha rûnê zeytê ya Rasan ku tonek bi 130 hezar dînaran dikin rûn. Divê hikûmet piştgiriyê zêdetir bide çandiniyê.”

Xeydan Mehdî baxçivanek din ê baxên zeytûnan e got:“Me ji navçeya Sêwsênawe zeytûnan anîne. Kargeha Rasan ji bo firotina berhemên baxçivanan gelek başe. Kargehên wiha ji bo vejandina çandiniya navxweyî pêwîstiyeke. Divê hikûmet jî di tevahiya sektora çandiniyê de, kargehên wiha çêbike da ku hîn zêdetir berhemên navxweyî werin firotin. Bi vî awayî derfeta kar jî zêdetir dibe. Lê alîkariya hikûmetê ji bo cotyaran û çandiniyê sifire.” Rêveberê kargeha Rasan Peyam Selam jî got:’’Piştî 6 salên karkirinê, îsal kargeha me 850 ton zeytûn ji baxçivan û cotyaran wergirt. Di rêjeyek zêde de me darên zeytûnên firotin cotyaran ku tenê di sala borî de 50 hezar şitil bûn. Ev jimara zêde ya darên zeytûnê bû sedem ku rêjeya keskahiyê û berhemên navxweyî zêdetir kir. Li gorî çend salên borî ji sedan 50’î zêde kiriye.” Peyam Selam di dewama axaftina xwe de da zanîn ku li ser daxwaza cotyaran dikarin berhemên wan vegerînin rûn û dikarin bifiroşin yan jî bikirin. Di her du rewşan de ji bo berhemên navxweyî dixin hemû bazarên Herêma Kurdistanê. Selam diyar kir ku sala bihurî berhemên xwe ji bo welatên Brîtanya û Elmanyayê hinardekirine ku îsal amadekarî dikin bi navê ‘Medî in Kurdistan’ ji bo Îtalya hinarde bikin.

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.