Wezîrê Karê Derve yê Kanadayê François-Philippe Champagne îddîa kir ku wan dayîna çekan ji bo dewleta Tirk rawestandiye. Wek sedem jî bikaranîna çekên Kanadî di şerê Qerebaxê de nîşanda.
Di rojên derbasbûyî de Saziya civakî ya sivîl a Kanadayê ya bi navê Projest Ploûgsharesê diyar kir ku droneyên di vîdeoyên hêzên hewayî yên Azerî de tên bikaranîn L3Harrîs Wescam a şîrketa Kanadayê ye.
Wezîrê Karên Derve yê Kanadayê François-Philippe Champagne jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û ragihand wan ji ber berdewamiya şerê li Qerebaxê şandina hemû cûre çekan ji bo dewleta Tirk rawestandine.
Kurdan û Ermenan berê bi çalakiyên xwe sîlehfirotina Kanadayê şermezar kiribûn.
Dewleta Tirk li hemberî biryarê nerazîbûn nîşan da.
Berê jî gelek dewletan gotibûn em sîlehan êdî nafrişin dewleta Tirk, nexasim Elmanya lê paşê derketibû holê sîlehfirotina wan a ji bo dewleta tirk zêdetir bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN