Kalkan: Xweparastin ji nan û avê giringtir e

În 17 Gulan 2024 - 16:15

  • Endamê Komîteya PKK’ê Duran Kalkan destnîşan kir xweparastin ji bo Kurdan ji nan û avê girîngtir e, PKK ji vî alî ve xweprastina civaka Kurd û divê ev xweş were fêhmkirin. Kalkan her wiha got divê di navenda têkoşînê de xweparastin hebe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir kesê ewlehiya xwe pêk neyîne, wê azad nebe û got bêyî xweparastin rêxistinbûna civaka demokratîk jî ne pêkan e. Kalkan ragihand ku ji bo Kurdan ewlehî ji nan û av girîngtir e û got: “Ji vî alî ve divê xweparastin bibe navenda têkoşîna azadiyê û rêxistinbûna civaka demokratîk. Ev hem rast e, hem jî teqez pêwîst e.” 

Siyaseta qirkirinê domdar e
Kalkan têkilî giringiya xweparastinê ya ji bo civakan wiha got: ‘’Tesbîta Rêber Apo ya ku dibêje 'civakên xweparastinê esas negirin, wê têk biçin’ di roja me ya îro de ji bo gelê Kurd ji nan û avê û her tiştî lezgîntir û girîngtir e xweparastin. Ji ber ku zîhniyet û siyaseta qirker hewl dide Kurdan tine bike. Gava ku em li dîrokê dinêrin em dibînin gelek civak ji ber parastina xwe nekirine tine bûne û ji dîrokê hatine rakirin. Zîhniyet û sîstema qirker a ku li ser esasê tinekirina Kurdan di çaryeka destpêkê ya sedsala 20'an de ava bû, di serî de tinekirina hişmendiya xweparastinê û rêxistinbûyîna civaka Kurd hedef girt. Civaka Kurd a ku sed sale rastî êrîşên qirker tê, hişmendî, rêxistinbûyîn û çalakiya xweparastinê ya civaka Kurd heta asteke mezin hatiye tinekirin.’’

PKK xweparastina civaka Kurd e
Kalkan bi domdarî got,’’ PKK xwedî taybetmendiya tevgera xweparastinê ya civaka Kurd hildigire. Ji ber vê yekê, ji bo hebûna wê û jiyana azad, divê civaka Kurd rastiya Rêber Apo û gerîla rast fêm bike û bi xurtî xwedî lê derkeve. Pratîka wê jî her Kurdek ku destê wan çek digire divê bi hişmendiya xweparastinê xwe perwerde bike, bi rêxistin bike û tevbigere. Yanî pêwîste civak xwe bîne wê astê ku karibe her cure êrîşên qirkirinê bişkîne û têk bibe.’’

Êrîşa bi rêk û pêk a tinekirinê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bal bire ser xeteya netewdewletan a ji bo civakan û got,’’Netewedewlet û saziyên wê ji bo civakan mezintirîn xetereya ewlehiyê ne. Li Kurdistanê jî civaka Kurd bi komkujiyeke eşrekere re rû bi rû ye. Yanî dewlet û saziyên ku li Kurdistanê serdest in, dixwazin civaka Kurd tune bikin. Ev tunekirin bi awayên weke tunekirina çandî ku hemû rêbazên bişaftinê pêk tîne û tevî wê jî qetlîamên fîzîkî, neçarkirina koçberiyê û guhertina demografiyê pêk tên. Li dijî civaka Kurd êrîşeke tunekirinê ya birêkûpêk tê meşandin.

Kurd wê çawa xwe biparêzin?
Kalkan bi çend xalan destnîşan kir ku divê Kurd çawa xwe biparêzin: Di vê rewşê de wê civaka Kurd xwe çawa biparêze? Xala yekem ew e ku hewce ye bizanibe ku li ser civakê qirkirinek tê pêkanîn. Yanî hewce ye bizanibe ku bi xetereya ewlehiyê re rû bi rû ye. Xala duyem ew e ku hewce ye bizanibe tişta ku dixwaze civakê tune bike, dewlet û saziyên wê ne. Yanî wê hişmendiya rast ya têkildarî dewlet û dijminî bi dest bixe û ji saziyên dewletê re nebejê ‘’hêzên ewlehiyê.’’ Xala sêyem jî ew e ku hewce ye bizanibe, ew ê bi xwe ewlehiya xwe pêk bîne û  girêdayî vê yekê erk û berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne. Xala dawiyê jî ew e ku ji bo pêkanîna ewlehiya xwe hewce ye di nava xwe de hişmendiya xweparastinê û birêxistibûnê pêk bîne. Yanî hewce ye girêdayî xweparastinê xwe pêş bixê, birêxistin bike û li dijî êrîşan bêdeng nemîne û xwe biparêze.

Navenda têkoşînê xweprastin e
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir divê di navenda têkoşînê de xweparastin hebe û got,’’Ji ber vê yekê xistina xweparastinê li navenda têkoşîna azadiyê û rêxistinbûna civakî ya demokratîk, hem rast e û hem jî pêwîst e. Mînak birêxistinkirina demokratîk a civaka Kurd, ango avakirina neteweya demokratîk bi esasî li ser bingeha xweparastinê û li dora wê dikare pêk were. Jiyana komunal a demokratîk û azadîxwaziya jinê li dora xweparastinê dikare pêk were. Ev rewş di esasê xwe de ji bo jinan jî derbasdar e. ‘’ANF

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.