Kabûsa dewleta Tirk: Dilsoziya Ocalan

Şemî 8 Hezîran 2024 - 00:38

DÎREN YURTSEVER / MA / STENBOL

Nameyên Ronahî Sirdaş û Gulistan Yilmaz ên li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê ku ji Rêber Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê re nivîsandin û şandin, "bi talûke" hatin hesibandin. Nameyên ku Komîsyona Xwendina Nameyan a Girtîgehê derbarê wan de biryara "bi talûke ne" da, ji aliyê lijneya disiplînê ve biryar hat dayîn ku neyên şandin. Nameya Ronahî Sirdaş bi hinceta ku tê de gotinên "dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan hene" û "ji rêxistinê veneqetiyaye" û cînavka "em"ê nehatin şandin. Beşa nameya Sirdaş ya wekî "talûke" hat hesibandin wiha ye: “... Ez te bi hurmet hembêz dikim. Ez we bi hezkirin silav dikim. Hêvî dikim ku hûn bi her awayî baş bin. Hevrêyê min ê hêja, ji zû de ye me tu xeber ji we negirtiye. Ji ber vê em bi her awayî ketine tatêla tenduristiya we û rewşa we. Em li benda xebereke we ne. Em baş in û moralê me baş e. Em ji 27'ê Mijdarê ve bi awayekî fiîlî di çalakiyê de ne. Helbet em hewl didin ruhê xwe û tenduristiya xwe biparêzin. Lê belê nebûna derfetan kiriye ku em li ber xwe bidin. Wekî hûn jî her tim dibêjin, em di van şertan de pir nikarin afirîner bibin. Lewma em mehcûbiyeta wê ji kûr ve hîs dikin." Sirdaş li dijî biryara lijneya disiplînê serî li 1'emîn Dadgeriya Înfazê ya Kayseriyê da, dadgeriyê ji bo ji nû ve nirxandinê biryar da ku ji heman saziya înfazê re bê şandin. 

Nameya Gulistan Yilmaz a ji Omer Hayrî Konar re şand jî bi heman hincetê nehat şandin û der barê wê de jî heman biryar hat dayîn. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.