Ka wê çiqasî dewam bike!

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 15 Îlon 2022 - 21:33

  • Piştî ku li sînorê Ermenistan û Azerbeycanê zêdetirî 150 leşkerî hatin kuştin, agirbest hate ragihandin.

Piştî ku li sînorê Ermenistan û Azerbeycanê zêdetirî 150 leşkerî hatin kuştin, agirbest hate ragihandin.

Piştî şerê 13’yê Îlonê yê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê yê 2 rojan de agirbest hate ragihandin.

Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Ermenistanê Armen Grigoryan diyar kir ku bi Azerbeycanê re “bi beşdariya civaka navneteweyî peymana agirbestê pêk hatiye.”

Li gorî saeta herêmî di 14’ê Îlonê de saet 20.00’an agirbest ketiye meriyetê. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di axaftina xwe ya pêr a li Parlamenê de diyar kiribû ku di şer de bêhtirî 100 Ermeniyî hatine kuştin û 50 kîlometreyên bi çarçik axa Ermenistanê jî ketiye bin kontrola Azeriyan. Azerbaycanê jî doh ragihand ku di şer de 71 leşkerên wê hatine kuştin.

Xelkê Ermenistanê ji serokwezîrê xwe razî nîne. Li paytexta Ermenistanê Êrîvanê, xwepêşander daketin meydanan û xwestin Paşînyan îstîfa bike. Xwepêşander Paşînyan bi helwêsteke pirr nerm a li hemberî Bakuyê tohmetbar dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.