Jiyana bi êş a Sara Cûma

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 25 Tîrmeh 2024 - 00:40

SORGUL ŞÊXO / NÛJINHA / TIL TEMIR

Çîroka Sara Cûma ya ku li gundê Ên El-Ebid li bajarokê Qibûr Qerajina yê bajarê Til Temirê, Kantona Cizîrê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dayika xwe re dijî hêjayî zanînê ye. Sara ji ber di zaroktiya xwe de rastî bûyereke bi êş hatiye, jiyana wê veguheriye têkoşîna ku di 13 saliyê de dest pê kiriye, îro jî temenê wê 28 salî ye. Sara Cûma destpêkê behsa bûyera ku di 13 saliya xwe de jiyaye û bûye sedema guherîna jiyana wê kir û wiha got:"Min gelek ji xwendin û dibistanê hez dikir, min hewl da malbat qebûl bike ku ez jî weke birayên xwe biçim dibistanê lê nehiştin. Ji bo ku em ji wan re li çolan kar bikin, nehiştin em xeyalên xwe yên çûyîna dibistanê pêk bînin. Di 13 saliya xwe de dema ku min kevirên reş bar dikir, kamyona barhilgir dema ku vedigeriya li min qelibî, lingê min di bin de ma. Ji vir heta Şam û Heleb, du mehan em çûn hatin li bijîşkan geriyan lê çênebû, herî dawî lingê min ê rastê jêkirin.

Çîroka îradeya ji pola

Carekê min lingek protez çêkir, zêdeyî 6 mehan ez pê dimeşiyam bêyî ku pêwîstiyê bi gopalan bibînim. Li gorî bijîşkan diviyabû ez lingê xwe zêde newestînim lê ji kêfxweşiyê, wê demê ez çûm karê çolê û min pembo diçinî û kemûn berhev dikir. Ji ber wê kêfxweşiya min di nîvî de ma, lingê min zirar dît û neçar mam careke din gopalan bi kar bînim. Careke din jî min lingekî protez çêkir lê piştî 15 rojan xira bû, niha ez bi gopalan dimeşim. Demên pêş ez ê careke din serî li rêxistina tenduristiyê bidim ji bo ku lingekî nû ji xwe re çêbikim. Ji ber ku ez êdî bi temen mezin im û dirêj dibim, ev yek zirarê li stûna pişta min dike ku niha pişta min xûz bûye. Gopal du hevalên min ên 15 salan in. Berî demekê min li Qamişloyê qeza derbas kir, meh û nîvek ez li erdê mam ji ber 4 hestiyên pişta min şikestin. Wê çaxê min ji xwe re digot bila her du lingên min nebin lê ez ne li ser piştê bim. Piştî meh û nîvek ji cebirandina pişta xwe, careke din ez rabûm ser piyan. Kêliya ku ez rabûm min gopalên xwe hembêz û maçî kir û bi ser wan de giriyam. Niha rast e ez bi gopalan dimeşim lê dikarim bi van gopalan dîlanê bigrim û her kesê li dora min jî matmayî dimîne ji govenda min. Li kêleka wê jî ez nanê sêlê û tenûrê jî çêdikim û her karî dikim. Divê ku mirov xwedî bawerî be, tu ji xwe ne bawer bî tu yê zû bikevî, tu li ser lingên xwe jî bî. Her jin xwedî çîrokek e divê çîrokên xwe baş binivîsîne."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.