‘Jinwar’ hizreke xweş bû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Gulan 2024 - 00:37

Komîna Film a Rojava li Qamişlo nîşandana yekemîn ya belgefilmê Jinwar ya derhênera wê Nadya Derwîş e, li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê pêk anî.

Derhênera Belgefilmê Jinwarê Nadya Derwîş di derheqê belgefilmê de got: “Di destpêka avakirina gund de şopandina me ji vî belgefilmî re çêbû ku çawa jin di gund de kar dikin. Ew bi xwe malan ava dikin, weke gundekî ku lê jiyan hebe. Her wiha jin gundekî çawa ava dikin jî yek ji mijara sereke ya vê belgefilmê ye. Pêdivî bi kesî nabînin û ew bi hêz û vîna xwe gundekî ava dikin ku navê vî gundî kirine ‘warê jinê’. Cara yekem e di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jin gundekî ava dikin. Elbet avakirina vî gundî zehmet bû lê hizreke xweş bû. Ez jî weke jineke sînemavan bûm hevparê vê hizra xweşik.”

Nîşandan belgefilma “Jinwar” bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

NÛJINHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.