Jinên Rojava mînak in 

Nûçeyên Jin

Sêşem 9 Sibat 2021 - 01:42

Alîkara Waliyê Silêmaniyê û parêzera mafê jinan Leyla Omer Alî got “Em hêzê ji jinên Rojava distînin. Heke şerek pêk were divê em jî karibin wekî wan axa we biparêzin.” 

Leyla Omer Alî diyar kir ku jin xwedî gelek tecrubeyan e, divê berxwedan û têkoşîna bidestxistina mafên xwe roj berî rojekê pêk bîne.

Leyla Omer Alî got: “Peyama min ji bo berxwedana jinan e. Tu aliyekî kêm ê jinan ji mêran tune, berevajî wê em xwedî gelek tecrubeyan e. Peyama min ji bo pêkhatina berxwedan û têkoşîna mafên jinan e. Em bi jinên Rojava serbilind in. Ji ber ku feraseta ‘jin nikarin şer bikin’ hilweşandin. Jinan welatê xwe parastin û ji bo me bûn sedema serbilindiyê. Divê em feraseta ‘Civak li hemberî pêşketina jinê asteng e’ ji holê rakin. Divê em jin xwe bi pêş ve bibin û wekî jinên din ji guhertinan re amade bin. Em hêzê ji jinên Rojava distînin. Heke şerek pêk were divê em jî karibin wekî wan axa we biparêzin. Ne di asteke bilind de jî jinên di nav YNK’ê de di siyasetê de cih digirin û di hikumetê de peywiran werdigirin.”

ANF/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.