Jinên revandî yên Efrînê 

Nûçeyên Jin

Duşem 21 Kanûn 2020 - 01:38

  •  Ji sala 2018'an dema dagirkeriyê û vir ve zêdeyî 200 jin hatine revandin. 

Li gorî Missin Afrin Women Project (Projeya Jinên Efrînê yên Winda), ku hewl dide sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê bi belge bike, ji sala 2018'an dema dagirkeriyê û vir ve zêdeyî 200 jin hatine revandin. 

Proje bûyerên revandina jinan li ser malpera înternetê "https://missingafrinwomen.org radixe pêş çavan. Proje diyar dike ku kîjan bûyera revandinê ji aliyê kîjan koma çete ve hatiye kirin.
Di rapora dawî ya saziyê de hate ragihandin ku li Efrînê tenê meha Mijdarê 11 jin hatin revandin û yek ji wan hate berdan, lê 10 jin hîn jî winda ne.
Ji afirînerên projeyê Meghan Bodetta ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û diyar kir ku ji Çileya 2018'an û vir ve zêdeyî 200 jin hatine revandin û ji sê paran du jê hîn jî winda ne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.