- Jina şoreşger û pêşeng Şehên Cihanî bi nasnav Nîştiman Peywend mînaka jina azad û şoreşger bû. Di jiyana xwe ya şoreşgerî de xwedî baweriyeke xurt bû, lê ti carî qîma xwe bi ya heyî nedianî û ji bo pêşxistinê têdikoşiya.
EMÎR EHMEDÎ
SILÊMANÎ
Dibe ku gelek kes hesreta wan azadiya welat e, lê kêm in ku ji bo azadiya welatê xwe her tiştê xwe pêşkêş bikin û bixin nava agirê heqîqetê û bibin xudawenda heqîqetê. Yek ji van kesên ku ti demê azadiya welat ji dilê wê derneket û her tim ji bo bidestxistina azadiyê têkoşiya, jina têkoşer a Rojhilatê Kurdistanê Şehîn Cihanî, bi nasnav Nîştiman Peywend bû.
Nîştiman Peywend di sala 1974’an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê tê dinê. Hîn ji temenê xwe yê biçukahî de dest bi karê çandiniyê dike. Ji ber şarezabûna xwe ya di warê çandiniyê de dibe yek ji cotyarên navdar ên devera Narinc Muçşî ya ser bi bajarê Sine. Piştre wek karnasekê dest bi avakirina projeyên çandiniyê dike. Ji ber serkeftina xwe di warê çandiniyê de nasnavê Endazyara çandiniyê werdigre û wek Endazyar Şehîn tê bi navkirin.
Li gel karê çandiniyê dest bi projeyên xwedîkirina lawirvaniyê jî dike. Li devera Muçeş a Sine wek yekem kes projeya lawirvaniyê bi awayê serdemê avadike. Di vî alî de jî serkeftinên mezin bi dest dixe û wek jinek destrengîn di warê aborî de tê naskirin. Her wiha ji bo jinên herêmê dibe jinek pêşeng ya afirêner. Li aliyê din jî dikeve nava xebatên rêxistinkirin û perwerdekirina jinan.
Nîştiman ji bo pêşxistina çand û zimanê Kurdî jî xizmetek mezin kiriye û di warê aborî de jî alîkariyek zêde bi cihên perwerdê û çandê re kiriye.
Kezeba xwe xist nava şoreşê
Nîştiman Peywend şoreşê di nava malbata xwe de dide destpêkirin. Di sala 2003’an de piştî naskirina Tevgera Apoyî, du kurên xwe yên bi navê Baz û Peywend tevlî nava gerîlayên azadiyê dike. Her wiha ji malbata xwe gelek keç û xortên din jî tevlî nava refên gerîla dike. Bi vî awayî mala xwe dike navendeke cihê baweriyê ji bo komîte û rêxistinên nava bajaran.
Di dawiya sala 2011’an de ji ber gef û zextên rejima Îranê Nîştiman Peywend û hevjînê xwe derbasî Başûrê Kurdistanê dibin û bi qasî pênc salan li Başûrê Kurdistanê xebata xwe dimeşîne.
Qet nesikînî xebitî
Dayîka Nîştiman xebatê weke welatparêzeke çalak têr nabîne û ji bo gihiştina azadiyê di sala 2016’an de li gel hevjînê xwe Heval Mazlum biryar didin û tevlî nava refên gerîla dibin. Piştî tevli nava refên gerîla dibe wek şoreşgerek çalak li Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê di nava gel de xebatên rêxistinî dimeşîne. Tevî ku pirsgirêkên wê yên tendirustiyê hebûn jî, lê wê ti demê ev yek ji xwe re wek astengî nedidît. Herî dawiyê di 3’ê Nîsana îsal de ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyek Silêmaniyê tevli karwanê nemiran bû û cenazeyê wê li goristana şehîdan a Qendîlê spartin axê.