Jin kolanan wiha dibînin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 7 Nîsan 2022 - 22:00

  • Women Street Photographers weke platformekê dixebite û piştgiriyê dide wênegirên jin yên kolanan. Platforma îsal ji nav 20 welatan 79 wênegirên jin ên ku li kolanan wêne digirin, neqandiye û dê wêneyên wan di pêşangehê de nîşan bide.

XASÊ CÛNÊ

Wênegirî weke pencereyekê ye ku mirov tê re li mijar û kêliyên jiyanê yên cur bi cur dinihêre. Nexasim jî wênegiriya li kolanan bi vê rolê radibe. Ji ber ku jiyana li kolanan diherike, xwezayî ye, kêliyên ku li kolanan tên zeftkirin jî, li ber çavên mirovî xweşiktir û jidiltir in. Yanî awir, sekn, rêveçûn û tevgerên li kolanan naşibin yên devereke din. Ez bi xwe ji înstantaneyên nav kolanan yên xwezayî û spontane gelekî hez dikim. Lê divê mirov bibêje, weke gelek waran di warê wênegiriya li kolanan de jî mêr serdest in. Ji bo ev serdestî ji holê rabe, li dinyayê platformek heye; ew dixwaze bi awirên wênegirên jin kolanan nîşan bide. Navê vê platformê Women Street Photograhpers (WSP) e.

WSP (Wênegirên jin yên kolanan) destpêkê di sala 2017’an de weke hesabekî Instagramê hate vekirin. Lê bi demê re weke platformeke wênegirên jin kar û barên xwe berfereh kirin û li gelek deveran pêşangehên wênegirên jin yên kolanan vekirin. Ev platform îsal jî di 8’ê Nîsanê de, li Artstpace PS109 ango li New Yorkê, bi pêşangehekê wêneyên li kolanan hatine girtin ên wênegirên jin nîşan dide.

Ji 20 welatan 79 wênegir

Women Street Photographers ji nav 20 welatan 79 wênegirên jin yên ku li kolanan wêneyan digirin, neqandine û ew ê wêneyên wan di pêşangehê de nîşan bide. Kuratoriya pêşangehê jî avakara platforma WSP û nûçegîhana AP´yê ya berê, Gulnara Samoilova dike. Di pêşangehê de gelek wêneyên balkêş hene, hemû jî bi awayekî xwezayî hatine girtin. Her wêneyek kêliyên li kolanan bi înstantaneyên xweşik radixe ber çavan û nihêrîneke nû bi bi mirovan re çêdikin.

Pêşhukman dişikîne

Gulnara Samoilova wênegireke jin a Rûs e û li Emerîkayê dijî. Wê li Rûsyayê perwerdeya xwe ya li ser wênegiriyê temam kiriye û di sala 1992’yan de mala xwe bar kiriye û çûye Emerîkayê. Qederê 40 salan e ku bi wênegiriyê re mijûl e. Heta niha di gelek ajansan de wênegirî û nûçegîhantî kiriye. Her wiha di warê nivîsê de jî baş e û dinivîse jî. Di dema kar de ji ber jin bûye, gelek zahmetî dîtine û bi hişmendiyeke baviksalarî nêzî wê bûne. Ji bo pêşhukmên li hemberî jinê û vî karî bişikîne, wê biryar daye ku platforma WSP ava bike û alîkariyê bide jinên wênegir. Ji ber ku wênegirên li kolanan bêhtir mêr in, wê xwestiye vê nihêrînê biguherîne û bi vê armancê kiriye ku ev platform xizmeta wênegirên jin ên kolanan bike.

Pêşangeha komî ya 4’an

WSP ji sala ku ava bûye û heta niha bi pêşangehên xwe wêneyên gelek jinan nîşan daye û piştgirî daye karê wan. Sala 2021’ê kitêbeke wêneyan a ku tê de wêneyên 100 wênegirên jin yên dinyayê hebûn, çap kir. Beriya niha jî 3 pêşangehên komî li dar xistibûn û îsal jî pêşangeha xwe ya komî ya 4’an li dar dixe. Di pêşangeha îsal de gelek wêneyên xweşik derdikevin pêş. 

Wêneyê Anna Biret ê ku li Hindîstanê awirê keçikeke ku sî ketiye ser rûyê wê û wêneyê Nina Welch-Kling a ku tav daye ser balonan, du wêneyên xweşik yên pêşangehê ne. Wekî din jî gelek wêneyên bi vî rengî yên wênegirên jin yên li kolanan hatine girtin, di pêşangehê de tên nîşandan.

Pêşangeh îro vedibe û wê heta 24’ê Nîsanê dewam bike.

Mirov dikare karên wênegiriyê yên Women Street Photographers li ser lînka jêr bişopîne:
https://www.womenstreetphotographers.com/

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.