- Pirtûka Mujer Vida Libertad (Jin, jiyan, azadî) ya li ser dîroka tevgera jinên Kurdistanê, li Girava Mallorcayê ya ser bi Spanyayê, hate nasandin.
Pirtûka Mujer Vida Libertad (Jin, jiyan, azadî) ya li ser dîroka tevgera jinên Kurdistanê, li Girava Mallorcayê ya ser bi Spanyayê, hate nasandin.
Înstîtuya Andrea Wolf a Jineolojiyê kitêb li ser dîroka tevgera jinên Kurdistanê amade kiriye. Ji bo danasîna kitêbê li Mollorcayê civîn hatin lidarxistin.
Endamên Komîteya Jineolojiyê ya Katalanyayê di navbera 21 û 24’ê Cotmehê de li bajarên Manacor, Pollenca, Alaro û Palma yên Mallorcayê civîn li dar xistin û wan ev pirtûk da nasîn.
Her wiha bi rayedarên rojnameya herêmî ya ‘Última Hora’ û kanala IB3 Radio de ses Illes Balears re hevdîtin hatin kirin.
Di gotaran de hem pirtûk hat danasîn hem jî li ser Jineolojiyê, têkoşîna jinên Kurdistanê, Şoreşa Rojava, konfederalizma demokratik û rewşa Rêber Abdullah Ocalan axaftin hatin kirin.
Andrea Wolf (Ronahî) di 23’yê Cotmeha 1998´an de jiyana xwe ji dest dabû, li Mallorcayê hate bibîranîn.
Aktîvîstan pankarta bi nivîsa “Mallorca bi Kurdistanê re ye” piştevaniya xwe nîşan da.
BARCELONA