Jin ji bo li ser piyan bimînin dixebitin

Çarşem 12 Adar 2025 - 16:20

  • Jinên Mexribê yên ku debara malbatên xwe dikin, diyar kirin ku jin bi zehmetî debara xwe dikin û gotin divê aborî baş bibe. 

Di van salên dawî de li Mexribê aloziyên aborî gelek rûdane. Sedemên vê yekê jî belavbûna vîrusa koronayê, şerê cîhanê yê sêyemîn û buhabûna pêdiviyan jiyanê, li cîhanê ye. Malbatên li Mexribê ji ber aloziya aborî gelek zehmetiyan dikşînin.

Di nava van malbatan de jî jinên hevberdayî, yên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane û yên kedkar û berpirsyarên malê hene, gelek bar girtine ser milên xwe, herî zêde bi kêşe û zehmetiyan re rûbirû dimînin. Li gorî rapora fermî ya ya ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Plansaziyê ve hatiye dayîn, ji sedî 17 malbatên Mexribê jin berpirsyariyê radikin.

Ji bo debara xwe paqijiyê dike

Helîma A. ya 43 salî hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye û 4 zarokên wê hene, ew berpirsyariya malbata xwe radike û bi kêşeyên aborî re rûbirû dimîne. Helîma wiha dibêje: "Piştî hevjînê min jiyana xwe ji dest da, neçar bûm karê nava malan ê paqijiyê bikim ji bo bikaribim debara malbata xwe bikim. Rewşa aborî girantir dibe. Ev jî nahêle ji zarokên xwe re hemû pêdîviyan pêk bînim."

Divê rewşa aborî baştir bibe 

Fatime M. 39 salî ye û du zarokên wê hene. Fatimeya ku hevjînê xwe berdaye, di nava kolan û bazaran de kelûpelan difroşe. Her roj li cihekî kelûpelên xwe difroşe ji bo bikaribe debara mala xwe bike. Fatime M. dibêje:“Ez niha berpirsyara zarokên xwe me û divê ji wan re jiyana baş biafirînim. Gelek roj hene ez bê pere vedigerim malê. Hemû pêdivî buha bûne, ez nikarim li hemberî van kêşeyan zêde li ber xwe bidim. Divê ji bo gel rewşa aborî baştir bibe. Mafên kedkarên di qadên ne fermî de tên çewisandin. Divê karek ji bo em bikaribin di jiyana bi rûmet de bijîn, bê peydakirin."

Jin bi zehmetî debara malê dikin

Derûnînas Îman El-Cewherî jî destnîşan kir ku zext û aloziyên aborî bandorê li ser derûniya jinan ava dike û got: “Xirabûna rewşa madî dibe sedem ku jinên debara malê dikin di warê derûnî de nebaş bibin û dûrî têkiliyên civakê bikevin. Dema ku jin zextên derûnî bijîn, bandorê li ser zarokan û exlaqê wan jî dike. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî pêdivî bi bernameyên pêşxistina tendirustiya civakî û derûnî heye. Her wiha divê piştevaniya derûnî û civakî ji jinan re bê dayîn û derfet bidin wan ku êşên xwe bi rehetî bînin ziman."  NÛJINHA/HENAN HARÊT/MEXRÎB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.