Ji Yahhya albûma solo ya ‘Bêjing’

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 22 Îlon 2024 - 16:32

  • Stranbêj Yahhya albûma xwe ya sola ya bi navê “Bêjing” li ser hesabên xwe yên medyayê parve kir. Yahhya beriya niha jî albûma bi navê “Dereng” derxistibû. Yanî “Bêjing” albûma wî ya duyem e.

Di vê albûma Yahhya de 8 stran hene ku 7 ji wan wî bi xwe nivîsandine. Her wiha wî ji bo vê albûma xwe helbesteke Cegerxwîn jî neqandiye û weke stran gotiye. Di albûma xwe ya yekem de jî helbesta bi navê “Mahîtab” ya Cegerxwîn weke stran hazir kiribû û xwendibû. Her wiha klîpek jî ji bo stranê çêkiribû. NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.