Ji xaka Sûriyeyê derkevin
Pêncşem 25 Tebax 2022 - 22:30
- Berdevka HDP´ê Gunay Aslanê got, çareseriya li Sûrî, tenê heger dewleta Tirk dawiyê li dagirkeriya xwe bîne û dev ji siyaseta tesfiyekirina Kurdan berde, mumkin e.
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, êrişên desthilata AKP'ê yên li dijê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "operasyona tesfiyekirina Kurdan e" û got, "Heke derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê û aştiyê heye, yek tişta bike heye, ew jî ev e ku ji axa Sûriyeyê derkeve."
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay di civîna çapemeniyê ya li Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a li Amedê de têkildarî bûyerên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.
Gunay, destpêkê bal bire ser qezayên trafîkê yên li Dêrik û Dîlokê û got: "Sedema rûdana vê felaketê, wernegirtina tedbîran e. Li şûna ewlehiya jiyana gel, ranta alîgirên xwe parastin, lewma ev komkujiya mîna qezayê rû da."
Li Sûrî têk çûne
Gunay paşê bal bire ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: "Êriş dewam dikin.
Em rewşa li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Desthilatdariya ku ji sala 2011'an ve bi rengekî bênavber şerê li Sûriyeyê xwedî kir û mezin kir, niha qala diyalog û hevdîtina bi Esad re dike. Bêguman em weke partî alîgirê çareseriya pirsgirêkan a bi diyalog û danûstandinan e. Lê belê em dizanin ku armanca rastî ya desthilatdariya Tirk, danûstandin û diyalog nîne. Hincetên vê pêşniyaza diyalogê li aliyekî, di asta heyî de jinûve muxatebgirtina Esad tê wê wateyê ku Qesr û çeteyên wê di şerê li Sûriyeyê de têk çûne.
Li ser bingehê bêyî Kurdan a diyaloga bi Esad re di polîtîkaya çaresernekirinê de israr dike. Rejîma Qesrê tesfiyekirina Kurdan ku nekarî bi destê DAIŞ'ê bike û piştre bi xwe kete nava xaka Sûriyeyê û xwest bike, vê carê jî bi navê diyalog û danûstandina bi rejîma Esad re bi hevkariya bi rejîma Esad yan jî radestkirina li Esad hewl dide bike. Li rê û rêbazên vê yekê digre.
Tirkiye têkildarî Sûriyeyê xwedî perspektîfeke çareseriyê nîne. Tenê armanceke xwe heye; dijberiyê li Kurdan dike û dixwaze kurdan bêstatu bihêle. Mijara ku ji bo vekişandina hêzên xwe ji herêmên dagirkirî, desteserkirina mafê Kurdan weke şert destnîşan dike. Ev yek jî siyaseta çareseriyê nîne, polîtîkaya bazar û şantajê ye. Beriya her tiştî ji bo rejîmê, Tirkiye welatek e ku li gelek herêmên Sûriyeyê hêza xwe ya dagirkeriyê lê ye. Li gorî rejîma Sûriyeyê hemû komên çekdar ên Tirkiye piştgiriya wan dike, terorîst in.
Tirkiye heger xwe ber bi vê pozîsyonê ve bikişîne, wê hingî xizmetê ji çareseriyê re bike. Bi bazar, şantaj û dijminatiya li Kurdan siyaseta çareseriyê nabe. Heger derdekî Tirkiyeyê yê çareserî û aştiya li Sûriyeyê hebe, yekane tişta ku divê bike ew e ku ji xaka Sûriyeyê derkeve, bes piştgiriyê bide komên çete yên ku piştgiriya wan dike."
Li ser du werîsan canbaziyê dike
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî li ser mijarê di bernameya Rave ya Rojava TV de peyivî û got, civîna Soçiyê ya di navbera Pûtîn û Erdogan de ya 5´ê Tebaxê cuda bûye. Muslim her wiha behsa rêzecivînên ku vê dawiyê di navbera hêzên hegemonîk de pêk hatine, kir.
Ji bo civînên li Soçî û Tehranê wî got, "Niha Ewrûpa bi Rûsyayê re li Ukraynayê di nava şer de ye, ev mijar girêdayî Ewrûpayê ye. Lê tiştê ji bo me giring ew e ku hebûna dewleta Tirk di NATO`yê de û asta sûdgirtina wê ji vê hebûnê ye. Dewleta Tirk ji dema ku hatî damezrandin ve şerê Kurdan dike û bi tevlîbûna li NATO´yê bi çekên wê şer dike. Em bi hêvî bûn ku NATO sînorekî ji vê yekê re deyne. Lê bi rêya civîna Madrîdê, dewleta Tirk li ser gelek werîsan dilîze, û nehat sekinandin.
NATO û Emerîka rê da Erdogan heta gaveke diyar vê yekê bike. Dewleta Tirk jî hewl dide vê yekê berfireh bike.
Lê heger ji vê bihurî, NATO dê ji dewleta Tirk re bibêje; bisekine."
NAVENDA NÛÇEYAN