Ji wî aliyê behrê xwedî li rojnamevanan derketin
Pêncşem 14 Tîrmeh 2022 - 22:24
- Yekitiya Nivîskarên a Neteweyî (NWU) ya Emerîkî, der barê girtina 16 rojnamevanên Kurd daxuyaniyek weşand.
Yekitiya Nivîskaran a Neteweyî ya Emerîkî ya ku navenda wê li New Yorkê ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriyê didin rojnamevanên Kurd ên ku polêsên dewleta Tirk ew li Amedê girtibûn.
Yekitiya Nivîskarên a Neteweyî (NWU) ya Emerîkî, der barê girtina 16 rojnamevanên Kurd daxuyaniyek weşand. Ev rojnamevan li Amedê 8´ê Hezîranê piştî serdegirtina mal û saziyan hatibûn girtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li hemberî van êrişên dawîn ên rejîma Erdogan, em piştgiriyê didin rojnamevanên Kurd. Ev şert ji bo rojnamevanên Kurd û rojnameya wan Yenî Yaşamê ya ku rojnamevaniya azad dike, meseleyeke man û nemanê ye.
Em dibînin ku her dem li ser gelê Kurd zext heye, bi girseyî tên girtin, partiyên wan ên siyasî tên girtin û rayedarên dewleta Tirk şiddetê li wan dikin. Em nivîskar û rojnamevanên li DYE’yê ji bo zelalî û azadiya çapemeniyê têdikoşin, em diyar dikin ku em piştgiriyê didin rojnamevanên Kurd.”
NWU´yê di daxuyaniya xwe de wekî din got; “Li gorî dosyeyên dozên çapemenî û siyasî yên heyî û yên berê biryara nepeniyê hatiye dayîn û ev jî diyar dike ku dewlet ji bo delîlên sexte amade bike, ji xwe re wext çê dike.”
Nameyên rojnamevanan asteng kirin
Dewleta Tirk nameyên rojnamevanên girtî Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş û Zeynel Abidin Bulut desteser kirin.
Desteya Dsîplîna Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê nameyên Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş û ji edîtorê Xwebûnê Zeynel Abidin Bulut desteser kirin. Rojnamevanan ji hempîşeyê xwe Huseyîn Aykol re ev name şandibûn. Li gorî Desteya Dsîplînê ya hepsê ev name “bi xeter” in. Heta wê weke hincet got, “dibe ku propaganda rêxistinê û ragihandina rêxistinî vediguhezînin”.
NAVENDA NÛÇEYAN