Ji tariyê re mirin!

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 22 Tebax 2021 - 23:55

  • Ji berê de edet e, jin ji civakê dûr xistin û xwestin jin tim di mal de bimînin. Bi vî awayî wê hişmendiya baviksalar xwest jinê bide jibîrkirin. Ez bi wêneyên xwe dixwazim careke din jinan bînim bîra mirovan û hebûna wan biparêzim.

Talîbanê di demeke pirr kin de dewleta Efxanistanê bi dest xist û niha welat di kontrola wê de ye. Çavên dinyayê li ser vî welatî ne û mirov meraq dikin, gelo Talîban dê rejîmeke çawa ava bike û welat çawa bi rê ve bibe. Ji ber van sedeman û nediyariya siberoja welatê Efxanistanê fikar û metirsî zêdetir bûye. Tişta herî zêde metirsiyê çêdike jî dê helwesta hêzên Talîbanê li hember jinan çawa be? Ji ber gotin û kirinên rejîma Talîbanê yên derbarê mafên jinan de kêm zêde diyar in û tên zanîn. Gelek kesan ji ber van fikar û metirsiyan welat terikand û niha jî hin welatiyên Efxan dixwazin ji welat derkevin. 

Ji bo siberojê bi fikar in

Berdevkê Talîbanê, Zaihullah Mucahid di axavtina xwe ya ji bo raya giştî de got ku ew ê di bin rejîma xwe de mafên jinan biparêzin û li hember wan rêz bigirin. Lê ji xeynî vê gotinê behsa hûrgiliyan nekir û zêde dirêj nekir. Talîban bang li jinan dike û dibêje vegerin kar û dibistanan xwe. Lê dîsa jî raporên derheqê Talîban de nakokiyên wan yên derbarê mafên jinan de derdixe holê. Gelek jinên Efxan dibêjin, ne muhim e Talîban niha çi dibêje, ya girîng ew e ka siberojê dê çi bikin û tiştekî çawa bînin serê me! Ji lewma ew bi pêkanînên berê yên Talîbanê baş dizanin û gava van pêkanînên wan tînin ber çavên xwe ji bo siberoja xwe fikaran dikin û metirsiya wan çêdibe. Ji ber van sedeman jî li Kabîlê û hin bajarên din jinên Efxan li ber xwe didin û naxwazin zû bi zû werin jibîrkirin û li pey mafên xwe diçin. Derdikevin kolanan û protestoyan dikin. Ji bo dengê xwe bigihînin dinyayê nameyan dinivisînin û dixwazin balê bikişînin ser rewşa dijwar a Efxanîstanê.

Wêneyên kewgirî yên jinên Efxan

Carê tenê wêneyek, stranek yan jî dîmenek dikare rewşa welatekî rave bike û rastiya wî welatî bîne ziman. Nexasim jî di rewşên awarte de hin hunermend derdikevin û vê rastiyê nîşanî dinyayê hemûyî didin. Ew bi hêza huner dikarin vê yekê bikin û bi hunerê xwe bawer in. Hunermenda Efxan Shamsia Hassani (Şemsiya Hesenî) zêdetir bi wêneyên xwe yên li kolanan xêz dike, tê naskirin. Wê hestên xwe yên derbara rejîma Talîbanê de bi wêneyan anî ziman. Şemsiya Hesenî şêwekara yekem e ku li kolanên Efxanîstanê wêne xêz kirine. Piştî ku Talîbanê Kabîl bi dest xist û welat xist bin hikmê xwe, wê wêneyên nû xêz kirin û ev wêne li ser hesabên xwe yên medyaya civakî belav kirin. Wê siberoja welatê Efxan bi wêneyên xwe yên xembar baş şirove dike û xemgîniyekê di dilê mirov de ava dike. Her wiha ev wêneyên Şemsiya Hesen rûyê Talîban ê bi tirs û xof jî ji hêlekê ve radixe ber çavan.
    
Huner ji hundir derdixe kolanan

Şemsiya Hesenî sala 1998’an li Îranê wek peneberek tê dinyayê. Sala 2005’an vedigere welatê xwe Efxanîstanê. Ew hunermendeke ciwan û bi hêvî bû, dixwest li welatê xwe hin tiştan biguherîne. Bi hêviya birînên şer bikewîne li Zanîngeha Kabîlê di beşê hunerên bedew de dixwîne û piştî zanîngehê bi dawî dike, dîsa li heman zanîngehê wek mamoste dixebite. Ew di heman demê de bi peykeran re jî mijûl e û li wir peykeran jî çêdike. Lê ew bêhtir bi xebatên xwe yên li kolanan, yên grafîtî tê naskirin û ji bo wêrekiya jinên Efxan derxe holê, wan teşwîqî huner dike. Ew huner ji hundir derdixe kolanan û mijara wê jî bêhtir jin in. Şemsiya Hesenî wek nifşekî nû yê hunermendên Efxanîstanê li darê dinê tê naskirin û ji bo Efxanîstanê mînakeke hêja ye. Navneteweyî jî ew wek nûnera hunerî ya jinên Efxanîstanê tê dîtin, ji lewma di wêneyên xwe de tim balê dikişîne ser rewşa jinan.

 

Behsa jinên nû dikim

Ew sala 2013’an di hevpeyevîneke xwe de dibêje, “Ji berê de edet e, jin ji civakê dûr xistin û xwestin jin tim di mal de bimînin. Bi vî awayî, wê hişmendiya baviksalar xwest jinê bide jibîrkirin. Ez bi wêneyên xwe dixwazim careke din jinan bînim bîra mirovan û hebûna wan biparêzim. Ji bo hêz û kêfxeşiya jinan nîşan bidim, min îmajên xwe guhertin. Di berhemên min ên hunerî de bêhtir tevger li pêş e. Ez dixwazim bibêjim jinên Efxan ji berê çêtir û hêzdartir vedigerin nav civakê. Ev jin ne ew jin in ku di mal de bêdeng rûdinên. Tiştên xêz dikim, behsa jinên nû dikin, ev enerjiya bi wan re dawa destpêkeke nû dike. Heger hûn li wêneyên min binihêrin hûnê bibînin ku min forma wan guhertiye. Ez wan ji yên rastî mezintir xêz dikim û paşê direngînim. Dixwazim êdî mirov bi çavekî din li wan binihêrin.”

Kabûs

Di wêneyên dawî de yên ku Şemsiya Hesenî parve kirine, ew rengê jinê zêde nayê dîtin. Diyar e, ew jî ji rejîma Talîbanê ne bawer e. Hest û hîsên wê metirsiya Talîbanê baş rave dikin. Jixwe, ji nava tabloyên wê jî, mirov dikare di vê yekê bigihîje. Navên tabloyên wê yên dawî wiha ne, “Death to Darkness “ (Ji tariyê re mirin), “Nightmare” (Kabûs). Di van tabloyan de Talîbanê xwe di nava tariyê de veşartiye û wek fîgûrên tehdîtkar tên dîtin. Şemsiya Hesenî bi van tobloyên xwe reşbîniya pê re çêbûye, tîne ziman û gumanan dike ji siberoja welatê xwe.

Şemsiya Hesenî, hîna jî li Kabîlê li stûdyoya xwe bi karên xwe re mijûl e û tabloyan çêdike. Ew bi vê helwêsta xwe dengê xwe û jinên Efxanîstanê radigihîne dinyayê. Ew bi van wêneyên xwe piştgiriyê dide jinan, bi ya wê rewşa welat a niha ne baş e, û ew vê rewşê rexne dike.


NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.