Ji şivanan fêrî bilûrê bû

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Îlon 2021 - 23:41

Muzîkjenê bilûrê Mûaz Ehmed ê ji gundê Hacî Harûn ê Dêrika Hemko ya kantona Qamişloyê, ji zaroktiya xwe ve ji bilûrê hez dikir. Dema ku wî dengê bilûra şivanên gundên Dêrikê dibihîst, dida pey wan û paşê xwest xwe fêrî lêxistina bilûrê bike.

Lê tenê bi fêrbûna lêxistina bilûrê nema û fêrî çêkirina bilûrê jî bû. Ew niha bi xwe jî bilûran çêdike. Mûaz Ehmed bi salan kar û xebat kir da ku bilûrekê ji qamîşan çêke û lê bide, dûre bi hostahî çêkir û êdî bi komên muzîkê re gelek albûm tomar kirin.

Muzîkjen Mûaz Ehmed ji aliyê pisporan ve hate perwerdekirin û paşê Peymangeha Muzîkê ya Mem û Zînê vekir û ciwanan li ser muzîka Rojhilat û Rojava perwerde dike.

Muzîkjen Mûaz Ehmed yek ji endamên Navenda Dîcle ya Çand û Huner e û beşdarî gelek şahî û cejnên Newrozan bûye li Rojava. Di heman demê de beşdarî gelek mihrîcanên li Başûrê Kurdistanê jî bûye. Bi sedan ciwan fêrî lêxistina bilûrê kirin û pirraniya van ciwanan tev li komên muzîkê bûn.

Mûaz Ehmed bang li muzîkjenan û hunermandan kir da ku parastina kelepor û muzîka gelêrî bikin da ku nifşekî folklor û çanda kurdî biparêze, bigihe.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.