Ji Şengalê bêhna azadiyê tê

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 30 Tebax 2021 - 01:14

Ji gelî û newalên Şengala ku beriya 7 salan dengê nalenalê jê dihat, niha bêhna azadiyê tê. Dayikên bê mecal, bûne peşeng û milîtan. Ji çavê zarokên ku ken ji bîr kiribûn, azadî dibiriqe. Keç û xwortên ku bê hêvî mabûn, niha bûne şervan û parazvanên axa xwe. Jinên ku dixwestin ji xwe re bikin kole, niha çek hilgirtine û tola xwe radikin. Şengalê ango Êzîdxanê, piştî fermana 73’ yan cara yekê ye ku bi hêza xwe birînên xwe pêçan. Di dema fermanên berê de li şûna ku hêza xwe ya parastin û rêxistinî ava bikin, berê xwe didan çiyayên xwe û xwe li qontarên Çiyayên xwe vedişartin. Ji lewma hertim hêzên desthilatdaran ew li gorî dilê xwe bi rê ve dibirin. 

Di dema rejîma Sedam de yên herî zêde tevlî hemû mekanizmayên pergalê hatin kirin, Êzîdî bûn. Di serî de Sedam parazvaniya hemû erkdarên rejîma Beesê ji aliyê Şêx û serekeşîrên Êzîdiyan ve dihat kirin. Civaka Êzîdî ango kesên ku ew kar dikirin, ev yek ji xwe re weke xenîmet didîtin. Lê pê nedizanîn ku bi vê polîtikayê hebûna wan tê înkarkirin. 
Ji lewma heta niha jî qismek Êzîdî hene, dibêjin; Em ne Kurd in, Êzîdî ne. Piştî hilweşandina pergala Sedam Hisên vê carê PDK ket dewrê û li ser civakê Êzîdî heman siyaset meşand. Êzîdiyên bê mecal, vê carê pişta xwe dan mala Barzanîyan.

Tevlî hewqas karesat û malweraniyê jî hîna hinek kes hene ku ji van derewan bawer dikin û neyartiya koka xwe dikin. Lê em hemû di 3'ê Tebaxa 2014´an de bûn şahidên wê yekê ku van hêzan Êzîdî neparastin û ew di nav lepê hovan de hiştin. Cîhan hemû dizane ku di dema Fermanê de ne ji şervanên azadiya Kurdistanê bûya, îro kesî nikarîbû bahsa hebûna vê civaka kevnar bikira.

Beriya Fermanê piştî ku Mûsil û Tilafer ket destê çeteyên DAIŞ'ê, Êzîdiyan hemûyan dizanî ku jiyana wan ne ewle ye û êriş wê bi ser wan de bê. Lê tevî vê yekê jî heta kêliya dawî baweriya wan hebû ku wê peşmergeyên mala Barzanî parastina wan bikin. Mixabin tevlî ewçend xiyaneta mala Barzanî jî hîna hinek Êzîdî baweriya xwe bi wan tînin. 

Bi vê wesileyê ez dixwazim ji wan kesan re bêjim; dev ji berjewendiyên xwe yên malbatî û eşîrtiye berdin. Doza rast a Şehîd Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî, Bêrîvan û Mam Zekî ye. Ya ku we ji fermanan xilas bike, xeta wan lehengan e. Azadiya Êzîdiyan û Xweseriya Şengalê bi yekîtî û tifaqê pêkan e. Ji bo pêkanîna vê jî bingeh amade ye. Şengal êdî xwedî hêza parastin û îradeya siyasî ye.

Beriya fermanê û piştî fermanê ez gelek caran çûm serdana Şengalê û rewşê ji nêz ve dişopînim. Min şahîdiya Şengala werankirî jî kir û ya niha jî. Her cara ku ez çûm  Şengalê, min dît ku Şengal çawa hatiye guhertin û bi pêş dikeve. Bi van guhertinan dilê mirov gelek şah dibe. Herî dawî beriya êrişên 16-17 Tebaxê bi demeke kin ez dîsa li Şengalê bûm. Lê bipêşveçûnên vê carê pirr ji yên din cuda bûn. Vê carê hem ji aliyê civakî û siyasî ve hem jî ji aliyê leşkerî û çandî ve gelek guhertinên berbiçav hebûn. Ew êdî baweriya xwe ji derveyi xwe bi ti hêza din nayînin. Jixwe, her du êrişên li ser hev yên ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve, li  hemberî vê vîn û biryardariyê bû. Ew dixwazin civakê bê pêşeng bihêlin da ku li gorî xwe dîsa wan bi rê ve bibin. Lê êdî ev yek ne pêkan e. Ji ber ku yek diçe bi sedan tên şûna wê/wî. Her ew êriş dikin, hêrs û kîna Şengaliyan zêdetir dibe. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.