Ji Semsûrê heta Colemêrgê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Cotmeh 2021 - 01:15

  • MED-DER’ê di çarçoveya projeyekê de 7 pirtûkên folklorîk ên ji bajarên Bakurê Kurdistanê hatine berhevkirin, çap kirin. Koordînatorê projeyê Mehmet Esen diyar kir ku bi heft pirtûkan qala çand û dîroka Kurdan dikin û got: “Armanca me ew bû ku em bibin dilopek av û behra xwe tejî av bikin. Ku ew av sûdê bide derdor û civaka xwe.”

FAHRETTÎN KILIÇ/FETHÎ BALAMAN / MA/AMED

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi piştgiriya Yekitiya Ewrûpayê di çarçoveya projeyek “Bernameya Alîkariya Mafan” de 7 pirtûkên folklorîk ên ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê berhev kirine, çap kir. 

Xebatkarên MED-DER’ê ji bo lêkolîn û berhevkirina Wêjeya Kurdî ya Devkî li bajarên wek Amed, Wan, Êlih, Semsûr, Colemêrg û navçeya Cizîrê xebatên qadê bi rê ve birin. Xebatkaran pişt re berhevkarî û daneyên ku bi dest xistin deşîfre, redekte kirin û mizanpaj û dîzayna bergên pirtûkan kirin. Di encama xebatan de 2 pirtûkên destanên Kurdî, pirtûkeke lîstikên zarokan, pirtûkeke fabl, pirtûkeke gotinên pêşiyan û 2 pirtûkên çîrokan hatin berhevkirin. 

Her du nivîskar jî girti ne 

Pirtûka bi navê “Destanên Gelerî Yên Kurdan a Yekemîn û Duyemîn” ji aliyê Alî Firat Demîr û Cemîl Îvrendî ve hatine berhevkirin. Îvrendî 26 sal in û Demîr jî 10 sal in di girtîgehê de ne. Pirtûka yekemîn ji 5 destanan pêk tê û 176 rûpel e. Pirtûka duyemîn ji 11 destanan pêk tê û 213 rûpel e.  
 
Çîrokên gelêrî, lîstik û gotinên pêşiyan

Pirtûka “Lehîstokên Herêma Botan” ji aliyê Mihyedîn Dûymak û Rûşen Demîr ve hatiye berhevkirin. Pirtûk ji lîstikên bajarê Şirnex û navçeyên wê Hezex û Cizîrê pêk tê, bi wêne ye û 168 rûpel e. Pirtûka Destana Şêr û Pisîkê (Fabl) ji aliyê nivîskar Mehmet Oncu ve hatiye berhevkirin. Pirtûk ji nêzî 40 çîrokên ku lehengên wan şî û ajalên curbecûr, kedî û kûvî ne hatine hilbijartin û ji 166 rûpelan pêk te. Pirtûka “Çîrokên Gelerî Ji Herêma Wanê” ji aliyê nivîskar Îkram Îşler ve hatiye berhevkirin. Pirtûk ji 9 çîrokan pêk tê û 108 rûpel e. Pirtûka “Çîroka Şepalxatûn” ji aliyê nivîskar Nezîr Ocek ve hatiye berhevkirin ji dozdeh çîrokan pêk tê, bi wêne ye û 115 rûpel e.

Pirtûka “Vateyê Verînon” ji aliyê Hacî Ozkal ve hatiye berhevkirin. Pirtûk ji gotinên pêşiyan ên herêmên wek Amed, Çewlig, Dersim, Xarpêt, Sêwregê pêk tên, hezar û 145 gotinên pêşiyan ên bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) yê Kurdî tê de cih digirin û ji 190 rûpelan pêk tê. 

Koordînatorê projeyê û perwerdekarê MED-DER’ê Mehmet Esen, xebatên di çarçoveya projeyê de pêk anîne nirxand.
 
Da ku em zanibin arşîveke me hebe

Esen, qala xebatên xwe yên di çarçoveya projeyê de pêk anîne kir û wiha got: “Civaka kurd ji aliyê çand û dîroka xwe ve civakeke dewlemend e. Ji ber wê ji aliyê folklorê ve çavkanî gelek in lê berhevkarî kêm e. Me jî weke MED-DER’ê pêdiviyek bi vê xebatê dît. Ji ber her ku diçe civak ji tiştên çandî dûr dikevin. Me xwest weke hafizayekê çêbikin û civak jê dûr nekeve û haydar be, ji ber wê me ev berhem derxistin. Tiştên weke dîrok û çand ên ku mane em derxin û bi raya giştî re parve bikin. Ji bo siberoja me jî dema em sed salên din bizivirin, bizanin ku arşîveke me heye.”

Sê mehan li hêrêman digerin 

Esen, da zanîn ku ev xebat bi piştevaniya Yekitiya Ewrûpayê (YE) di çarçoveya “Bernameya Alîkariya Mafan” de dane destpêkirin û wiha dewam kir: “Me xwest li hemû herêmên xwe vê xebatê bikin. Ji ber lîstik, çîrok, destan û çanda wan ji hev cuda ne. Me ji Semsûrê bigire heta Cizîra Botan, Colemêrg, Serhedê, Amed û Dersimê ev xebat bi rê ve bir. Di encama vê xebatê de jî mijarên destanên Kurdî, çîrok, lîstikên zarokan ên herêman, gotinên pêşiyan ên zaravayên Kurdî yê Kirmanckî me berhev kirin û 7 heb pirtûk me derxistin. Dema vê xebatê salek bû. Em 5 kes bûn. Me piştgiriya xwe ji rêveberî û komîsyonên saziyê jî girt. Em 3 mehan li herêmên ku me diyarkirin geriyan.

Piştî ku em li wan herêman geriyan ew daneyên me dabûn hev, me senifand, xwend û redekteya wan kir.”
 
Me xwe dereng gihand çavkaniyan 

Esen, bi lêv kir ku hevalên wan ên berhevkar di qadê de bi hin pirsgirêkan re jî rûbirû mane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînak li gundekî navçeya Erdîşa Wanê kesek heye, çîrokek dizane. Dema em diçûn digotin an rehmet kiriye an nexweş e. Me xwe dereng gihand çavkaniyan. Xwezî ev xebat ji berê de hatibûya kirin. Wê bêtir dewlemendtir û ji civakê re bibûya bersiv. Pirsgirêkên madî ne lê yên manewî jî derketin pêşiya me. Dema em derketin qadê qedexe hebûn. Mînak tu li Êlihê bûya heta qedexe nerabûna te nedikarî biçî Cizîrê.”

Esen, qala armanca xebatên dabûn pêşiya xwe kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dibe ku em ji golekê, hêj dilopeke av bin. Em bi heft pirtûkan qala çand û dîroka Kurdî dikin. Armanca me ew bû ku em bibin dilopek av û behra xwe tejî av bikin. Ku ew av sûdê bide derdor û civaka xwe. Di hêla folklorê de gelek qelsî heye. Lê di van salên dawî de xebatên pîroz tên kirin. Gelek mamoste û weşanxane van xebatan dikin. Ji xwe xebata me jî li ser lêkolîna wêjeya devkî ya zimanê Kurdî bû. Me jî 7 heb pirtûk li wêjeya devkî zêdekirin. Me ji her pirtûkê 500 heb çap kirine û em ê bê pere bidin xelkê. Em ê weke diyarî ji saziyên xwe re jî bişînin û pirtûkên mayî jî bi xebatên serdanan, çûyîna gundan a yan taxan li gel belav bikin. Da ku gel bixwîne û jê sûdê wergire.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.