Ji Sedam bêhtir çekên kîmyewî

În 10 Hezîran 2022 - 22:42

  • Karasu: AKP wê bixwaze li Rojava hin deverên nû dagir bike. Lê belê gel wê bi dersên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî heta dawiyê li ber xwe bide. Desthilata AKP-MHP wê bişike û gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bi ser kevin. Desthilata faşîst a AKP-MHP´ê wê ji deverên dagirkirî bê derkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû li ser rojevê ji ANF'ê re axivî. Wî doh û îro tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, şerê li Zê-Metîna û Avaşînê û xiyaneta PDK'ê nirxand, Kaosa li iraqê, cihê NATO´yê di konsepta tesfiyekirinê de û gefên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê jî nirxandin.    

Mustaf Karasu li ser tecrîdkirina Ocalan got, "Dewleta Tirk, ji ber ku Rêber Apo serî li ber qirkeriya wê rakir, ji ber ku rastiya qirker a dewleta Tirk eşkere kir, ji ber ku gelê Kurd zane kir, bi rêxistin kir û xist nava têkoşînê, ji her dewletê bêhtir dijminatiyê li Rêber Apo dike.

Heta ku pirsgirêka Kurd li ser bingehekî demokratîk neyê çareserkirin, helwêsteke cuda wê neyê nîşandan. 

Li ser Rêber Apo qanûnên taybet tên meşandin ku li cîhanê mînaka wan nîne. 

Bêguman têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê, ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd di zikhev de ne. Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û têkoşîna azadiya gelê Kurd di nava şert û mercên xwe de bi rê û rêbazên cuda têne meşandin. Lê belê ji hev cuda nînin. Meşa Gemlîkê ya 12'ê Hezîranê, ji bo rojevkirina Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo gaveke muhim e. Têkoşînên bi vî rengî kêm jî bin, hêja ne.

Rêber Apo ji gelê Kurd re got, hûn ji bo azadiya xwe têbikoşin. Lewma yên ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin, divê bi rengekî çalak tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bibin. Têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî heger bi têkoşîneke bi vî rengî bê xurtkirin, hingî wê tecrîd bişikê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bibe."

Qat bi qat jê zêdetir

Karasu li ser êrişên dagirkeriyê yên ji 17'ê Nîsanê ve jî got, "Gerîla xwe amade kir. Ji şerê par sûd wergirt, aliyên erênî û yên nerênî li ber çavan girtin û xwe ji şer re amade kir. Aliyên erênî hatin xurtkirin, di heman demê de li ser kêmasiyan hate rawestîn ji bo ji holê bêne rakirin. Rêbaza şerê bi gerîlayên bi tevger, tûnel û çeperan bû rêbazeke şer a hevigrtî û vê yekê kir ku bersiveke bi bandor bidin êrişan.

Êrişên artêşa Tirk deqeyeke bi tenê jî nasekine. Di çarçoveya vê konsepta êrişê de bi esasî balafirên bêmirov û balafirên şer têne bikaranîn. Bêyî van êrişên hewayî artêşa Tirk di erdê re nikare gaveke bi tenê jî biavêje. Ne ji van balafiran be leşker nikarin saetekê jî xwe biparêzin û wê birevin. Bombeyên ku dewleta Tirk bi taybetî salên dawî li Kurdistanê bi kar anî, ji temamê bombeyên di şerên cîhanî yên 1’ê û 2’yê û li Vîetnamê zêdetir e. Bila kes nebêje ev agahî nepixandî ye. Niha li Zê (Zap), Avaşîn û Metînayê bênavber bombardûman tê kirin.

Hêza bejahî û êrişên hewayî yên dewleta Tirk li ber berxwedana gerîla, çalakiyan çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar tînin. Ji çekên kîmyewî yên Saddam bi kar anîn zêdetir, qat bi qat jê zêdetir, dewleta Tirk ew bi kar anîn. Gerîla bi maskeyên gazê û rêbazên cuda tedbîran digire. Lê belê ji ber ku ewqasî zêde têne bikaranîn, dibe sedema şehadetên girîng ên gerîla. Tirkiye duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê ye, lewma maneya bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve ew e ku NATO çekê bi kar tîne."

Heta desthilatdarî hilweşe

Karasu got, gerîla hêzên qirker dagirker parçe bi parçe îmha dike û wiha dewam kir: "Êrişkariya hêza bejahî ya dijmin hatiye şikandin. Bi zorê bi piştgiriya hêza hewayî û hêza çekên kîmyewî bi ser gerîla ve dibin. Lê belê derbên ku gerîla lê didin, efserên Tirk ên vî şerî bi rê ve dibin, leşkeran û çeteyan bêhêvî dike. Lê belê wezîrê parastinê yê desthilatdariya AKP-MHP'ê Hûlûsî Akar û generalên di bin fermandariya wî de israr dikin. Ji bo vê desthialdariyê û generalên wê ev şer tê dewamkirin. 

Dema ku karaktera qirker a li nava kevneşopiya dewleta Tirk û ev mejiyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê gihîştin hev hingî dijminatiya li Kurdan û li demokrasiyê gihîşte asta herî bilind. Ev şer wê heta hilweşîna vê desthilatdariyê dewam bike.

Di 17'ê Nîsana 2022’yan de li ser navenda Zapê dest bi êrişê kirin û xwestin encamê bi dest bixin. Lê belê li bin guhê berxwedana gerîla ketin. Welê li wan hat ku Erdogan, Bahçelî, Akar û Soylû tewişîn, hevsengiya wan xera bû. Ji ber vê yekê êrişî her kesî dikin û sûcdar dikin.

Wê Zap bi dest bixista û serketin îlan bikira, lê niha jî di nava sendroma Zapê de ne."

PDK´ê desthilata xwe bi xiyanetê ve girê daye

Li ser rola PDK´ê di êrişan de Mustafa Karasu got, "PDK jî ji ber ku bi mejî û polîtîkaya xwe bi temamî ji gel qut bûye, xwe dispêre desthilatdariya AKP-MHP'ê. Difikire, heger ev desthilatdarî winda bike ew ê jî winda bike. Bêguman hin soz dane PDK'ê û cerdevanan. Yan jî PDK hesabê wê yekê dike ku heger PKK û têkoşîna azadiyê tesfiye bibe, wê komên siyasî hemûyan tesfiye bike û li ser Kurdan hegemonya xwe ava bike. Lê belê dijminatiya PDK'ê ya li PKK'ê bi qasî dijminatiya dewleta Tirk a li PKK'ê kûr e. Sedema xiyanet û hevkariya PDK'ê ya di vê astê de ji ber mejiyê wê ye. PDK ne ji ber şaşîtiya PKK'ê yan jî hêzeke din a siyasî ketiye nava vê helwêstê. PDK êdî rêxistiniyeke welê ye ku tenê ji bo berjewendiyên malbatî tevdigere. Dozeke xwe ya Kurdîtiyê nîne. Li pêşiya hatina cebilxane û erzaqê ji bo herêmên gerîla dibe asteng. Têkiliyên navbera hêzên gerîla qut dike, qada tevgerê tengav dike û li pêşiya alîkariya hêzên gerîla ya bi hev re dibe asteng. PDK niha ji vê û wê de gavek avêtiye û hewl dide bi dorpêçkirina qadên gerîla, bi navê dewleta Tirk hin herêmên gerîla bi dest bixe. Lewma Fermandariya HPG’ê, PDK hişyar kir. PDK bi zanebûn van gavan diavêje. Ji ber vê yekê gelê Kurd, jin, ciwan û hêzên siyasî yên welatparêz, rewşenbîr, nivîskar û hunermend divê li ber van gavên PDK'ê rabin. Eger ev gavên PDK'ê neyên astengkirin, şerê bi PDK'ê re wê ne tenê il Metîna, Zap, Avaşîn û Heftanînê bimîne, wê li tevahiya herêmên gerîla belav bibe."

Iraq nîne

Karasu got, dewleta Tirk ji kaosa li Iraqê jî sûdê werdigire û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk PDK´ê û PDK jî dewleta Tirk li dijî Iraqê weke amûra zextê bi kar tînin. Irak niha bi gef û şandatên dewleta Tirk û PDK´ê siyasetê dike. Ji ber vê, hem dengê xwe li êrişên dagirkeriyê yên deweleta Tirk nake û hem jî li Şengalê gavên ku dewleta Tirk û PDK´ê razî bikin diavêje. Dewleta Tirk û PDK ji tirsa ji Îranê ya DYE´yî jî sûdê werdigirin. Kazimî jî wekî serokwezîrekî bandora DYE´yê li ser navê dewama peywendiyên bi dewleta Tirk û PDK´ê re dengê xwe li dagirkeriyê nake. Heta carinan bi yekîneyên sînor, gavên ku zextê li gerîla bikin, diavêje. Halê hazir ti hêza ku ji bo Iraqê siyasetê dike, hema hema nîne."

Deverên dagirkirî wê rizgar bibin

Li ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojava jî Karasu got, "Dewleta Tirk ewlekariya Sûriyê û Rojava xira kir. Sedema çaresernekirina pirsgirêkan li Sûriyê dewleta Tirk e. Desthilata faşîst a AKP-MHP´ê ne tenê ji bo îstîqrara Rojava û Sûriyê tehlûke ye, ew ji bo îstîqrara tevahiya Rojhilata Navîn tehlûke ye. 

Gava ku NATO, DYE û Ewrûpa dibêjin, ew ji endîşeyên ewlehiyê yên dewleta Tirk fêm dikin, ev têgihiştineke qirêj a siyasî ye, ev bêşermî ye. NATO wê qaşo rêyeke hevpar ji bo endîşeyên delweta Tirk bibîne! Ev rêya hevpar jî wê destekkirina şerê Tirkiyeyê li dijî Kurdan be.

Dewleta Tirk li cihê dagirkirî demografiyê diguhere, qir dike. DYE, NATO, Ewrûpa û Rûsya vê dibînin. Lê ji ber têkiliyên xwe yên berjewendiyan gotinên Tirkiyeyê tekrar dikin. 

DYE û Rûsya bi lawaziyên beramberî Kurdan û Rojava yên dewleta Tirk dizanin û vê di ser pişta Kurdên Rojava hewl didin bi rê ve bibin. 

AKP wê bixwaze li Rojava hin deverên nû dagir bike. Lê belê gel wê bi dersên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî heta dawiyê li ber xwe bide.

Desthilata AKP-MHP wê bişike û gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bi ser kevin. Desthilata faşîst a AKP-MHP´ê wê ji deverên dagirkirî bê derkirin. Êrişeke nû wê ileh wiha bi dawî bibe. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.