Kovara Zarema piştî sê salan ji nû ve dest bi weşanê kir; û bi hejmara xwe ya 14’an derket. Weşanxaneya Avestayê diyar kir ku êdî dê kovara Zarema bi riya Avestayê derkeve.
Kovara Zarema kovareke rexne û teoriyê ye. Zarema li Bakûrê Kurdistanê çap dibû û ev demeke dirêj bû dernediket û navber dabû weşana xwe.
Di hejmara 14’an ya meha Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê derket.
Di hejmara 14’an a Zaremayê nivîskarên li jêr ev gotarên hanê nivîsandine:
Aimé Césaire: Name ji bo Maurice Thorez
Haymatlos Suad: “Kurmancên Reş” û Çavşîntirîn Kurd di Pêvajoya Self-Kolonyalizasyonê de
Fexriya Adsay: Çêkirina Sînorekî Parçekirinê û Du Nêrînên Cuda li ser Dewletbûn û Sînoran
Christopher Houston: Antî-Dîroka Ne-Gelekî: Kurd, Kolonyalîzm û Neteweperwerî di Dîroka Antropolojiyê de
Hannah Arendt: “Çi dimîne? Zimanê zikmakî dimîne” – I (hevpeyvîn)
Veysel Başçi: Kurdên Kurmanc ên Rûdbarê
Murat Başaran: Sêwregî de Eşîrê Dimiliyan (Kirmancan) û Dimilkiya (Kirmanckiya) Înan ser o Cîgêrayişêk
Serdar Şengul: Peywenda Mêtingeriyê di Hilberîn û Rexneya Edebî de: Ngugi Wa Thiong’o û Azadkirina Hiş ji Mêtingeriyê
Adem Warnas: Desthilata Ziman: Glottofobi, Linguicide û Rewşa Kurdî
Remezan Alan: Fantazmaya Romana Kurdî
Sûrên Îbraîm: Goran û Gerranewe bo Keşî Kurdî: Gerranewe bo Kurdistan
Hashem Ahmadzadeh: Ji Çiya bo Giravê, Ji Tomis bo Manusê
Îsmaîl Guven: Dramê Kênekanê Dêrsimijan û “Bohça”yê Abasiyanikî
NAVENDA NÛÇEYAN