Ji nû ve texeyulkirina bedewiyê

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Çile 2021 - 01:54

  • Harmonia Rosales, têkoşîna di nava civakê bi xwe de jî bi rêya tac û xwedawendên mecazî nîşan dide. Ji bo huner, ew weke gotina xwe ya dawî dibêje, “Huner timî ji bo teşwîqkirina sempatî, empatî û bihêzkirinê bû û hîna jî wisa ye.”

Huner ji bo her kesî, belkî tiştekî din îfade bike. Jixwe hunermend jî li ser vê li hev nakin. Lê her hunermend bi rengekî hunerê xwe yan jî huner ji bo xwe terîf dike. Hunermenda Efro-Kubayî Harmonia Rosales ji serî ve gotina xwe ya li ser huner û rola wî ji bo xwe, dibêje: Li bihêzkirina jinên reş bi rêya huner kişf dikim, ew hunerê ku nav dixwe dide li dijî hegemoniya îdeolojîk a civaka roja me ya îro. 

Ji roja ku wê dest bi hunermendiya profesyonel kiriye û vir ve, Harmonia Rosales berê xwe daye bihêzbûna siyasî ya jina reş di nava çanda welatên rojava de. Şêwekariya wê hem diasporayên Efrîkî nîşan dide û hem jî qedrê wan digire. Ew li medcezîrên civaka roja me ya îro vekiriye; lê beriya her tiştî bi hunerê xwe ew hewl dide vê civakê ji nû ve bi formên nû yên bedewiya estetîk texeyul bike. Ew bi xwe ji bo vê dibêje, “Gevizîme li cihekî di navbera evîna xwerû û dij-hegemoniya îdeolojîk de.”

Avakirina hisa ahengê

Hîna zarok bû, behremendiya hunermendên ronesansê û komposîzyonên wan ew kiribûn heyrana xwe. Lê tevî vê jî wê nekarî xwe bi van berheman û van hunermendan ve girê bide, xwe nêzî wan bike, “Ji ber ku wan herî zêde û serê pêşî hiyerarşiyeke zilamê spî û jineke îdealîzekirî ya li jêr bicihkirî a bi têgihiştineke navend-ewrûpî ya bedewiyê nîşan daye.” Ew dibêje, peyama wê ne hema welê çêkirina îdealekê ye yan tenê kopîkirin e; “Bêhtir avakirina hiseke ahengê ye”.
Mirov dikare bedenên jinên reş ên di şêwekariya wê de weke bibîranîna pêşiyan bibîne; bibîranîneke ku bi rêyeke welê hatiye îfadekirin ku birînên xwekêmdîtinê derman bike, jixwehezkirinê teşwîq bike. Axir mirov di hunerê wê de girêdaneke ji nêz ve ya nihêrîna wê bi paşxana çanda Efro-Kubayî re dibîne. Ew berhemên wê yên ne ji vê dinyayê, hinî welê axretî yên ku li ser tuwalan ew wan diafirîne, weke hevmaneyên bihêzkirina jinan û qebûlên çandî ne.  

Provoke dike û nav di xwe dide

Di şêwekariya Harmonia Rosales de gava mirov li berheman binihêre, ne tenê bihêzkirina jinan dibîne; ew di heman demê de nav dixwe dide, fikran sor dike, rê li ber minaqeşeyan vedike. 
Fîgurên wê kêmqisûr -belkî bêqisûr- in, nexasim bi wan tonên rengê çermên wan. Bi pirranî ji derdora xwe - ew jî tarî ye - tarîtir in; û ev yek wan ji rastiya fizîkî ya ji dora wan qut dike. Bi rengekî ji rengan di nava hestên temaşevanekî de wenda dibin. Axir encam xêzkirin û nîşandana dinyayeke hêza jinê ye. Û kesê li van berheman binihêre, wê bi hesanî bibêje, ev îfade ji ya tuwalên du aliyî (du dîmensiyonî) bi wê de diçe.

Tac û xwedawendên mecazî


Ji bo ku axretîbûnê di fîgurên xwe de çêtir derxe pêş, Harmonia Rosales rengên şîn û zîvî jî bi kar tîne. Bi van rengên li ser bedena fîgurên xwe, ew weke teyisîna rohniyê di heman demê de kontrastekê çêdike bi zemîna fîgur li ser a ferzker re. Teyisîna rohniyê û metalan û teknîka zingarê tewazûneke yekane didin kompozîsyona berhemên wê. Ew zingarê weke nîşana lawazbûna exlaq di nava civakê de bi kar tîne. 
Harmonia Rosales enerjiya jiyanê bi gewdeyê jineke rengîn [reşik] xêz dike. Kirdeyên wê tiştekî di nava kesên li berhemê dinihêrin hemûyan de bi gewde dike. Ew, têkoşîna di nava civakê bi xwe de jî bi rêya tac û xwedawendên mecazî nîşan dide. Ji bo huner, ew weke gotina xwe ya dawî dibêje, “Huner timî ji bo teşwîqkirina sempatî, empatî û bihêzkirinê bû û hîna jî wisa ye.”

B.I.T.C.H.

Xebatên Harmonia Rosales weke rêzeberheman in ku berhemên rêzeberhemekê hemû jî îşaret bi temayekê dikin. Xebatên wê yên sala 2017´an bi navê  B.I.T.C.H. (Black Imaginary To Counter Hegemony: Texeyula reşik ji bo liberrabûna hegemonyayê) tên nasîn. Di vir de ew li fîgurên zilam ên spî, wan fîguran datîne ku bi ya wê herî kêm di huner de hatine nîşandan. ji bo vê ew resmên îkonîk (êdî bûyî sembol) bi kar tîne, wan û maneya wan li demê tîne. Bi ya wê bi vê yekê “Em dikarin dest pê bikin şert û mercên nû li ber mejiyê xwe deynin da ku em karibin konseptên nû yên nirxên insanî qebûl bikin.” 

Bîreweriyeke nû

Berhemên wê yên ku li ser mijarên sereke yên dînî yên Xirîstiyaniyê dihewînin, dualîteya di navbera Dayika Îsa Mesîh Meyremê û Hawayê de bi kar tînin da ku gotara sereke ya serwer a îdeolojîk ya di bîreweriya navend-ewrûpî ya li ser bedewî û çêtirbûnê de ji hev de bixe. 
Li vir alegoriya navbera resmên wê û dabeşkirina jinan bi destê mêhtingeriya Xirîstiyan li du kategoriyan, xweş tê dîtin: Meryem û Hawa.   
Meryema îtaetkar, paqij, bêdeng; yanî ji bo baviksalariyê jineke îdeal. Li aliyê din Hawa heye: serê xwe natewîne, cinsîkirî ye, diwêre bipirse û xwe li ber tiştan radike. Ew van her du jinên bi awira mêran hatine dîtin û nirxandin, ji nû ve şîrove dike, ji nû ve texeyul dike û wê bîreweriya navend-ewrûpî ya li ser bedewî û çêtirbûnê jî dixe ber lêpirsînê.

MIAMI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.