Ji niha ve hesabê 6 ‘şehîdlikʼan dikin!
În 23 Cotmeh 2020 - 05:39
Budceya sala 2021ʼê ya dewleta Tirk ku ji Meclîsê re pêşkêş kiriye, nîşan dide, dîsa budce li gorî şer hatiye amadekirin û piraniya çavkaniyan ji bo şer hatine veqetandin.
Di budceyê de eşkere xuya dike, piraniya çavkaniyan ji bo şer hatine veqetandin. Ji bo Wezareta Parastinê 61 mîlyar 484 mîlyon û 939 hezar TL hatiye veqetandin û bi vê mîqdarê ji 10 wezaretan zêdetir xwedî pere ye. Desthilata AKPê di hukimraniya xwe ya 18 salan de 19 mîlyar TL ji beşa sergirtî ya budceyê bi kar anî wê di sala 2021ʼê de wê 6 mîlyarî xerc bike.
6 'şehîdlikʼ û 3 hezar qoricî
Wezareta Karê Hundir 10 mîlyar û 665 mîlyon hatiye veqetandin, lê ya balkêş wê wezareta karê hundir 6 ‘şehîdlikʼan amade bike û wê 3 hezar qoriciyan jî bixin xizmetê.
Li Tirkiyê ekonomî li ber têkçûnê ye û sedemê vê jî lêçûnên şer in. budceya şer a ji Meclîsê re hatiye pêşkêşkirin vê eşkere nîşan dide. Di budceyê de aliyên balkêş hene. Mînak pereyên ji bo esker, istixbarat û diyanetê gelek gelek ji wezaretên edalet û tenduristiyê zêdetir in. Serokatiya Karûbarên Dînî ango diyanetê mîlyar û 458 mîlyon e, û bi vî awayî ji 7 wezaretan li pêş e.
Di budceyê de mesrefên xanima Erdogan û mala wî jî nehatine jibîrkirin û 6 mîlyon TL jî ji wan re hatiye veqetandin.
NAVENDA NÛÇEYAN