Ji nava dilê jiyanê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 2 Mijdar 2023 - 00:40

Şirketa bi navê CEWE ya bi Elmanî ku fotografan çap dike, yek ji pêşbirkên herî mezin a fotografan jî li dar dixe. Şirketê di pêşbirka îsal de fotografê Dikye Ariani yê bi navê “Right from the heart of life” (Ji nava dilê jiyanê) weke fotografê herî baş neqand. Dikye Ariani wênegirekî ji Endonezyayê ye.

Dikye Ariani ev fotograf li kafeya “Warung Kopi” ya kevnar a Endonezyayê girtiye. Jinek navsere li ser maseyekê rûniştiye û bi lîstikeke herêmî ya ku bi kaxezê tê lîstin, dilîze. Qahweya wê jî li ber e û di fotograf de wisa diyar e ku jinik ji dil û can, xwe daye vê lîstikê. Juriyê ji bo fotografê Dikye Ariani got; “Ew, bi vî fotografî atmosfera kêliyeke pirr taybet bi awayekî tesîrker nîşan dide. Kompozisoneke pirr xweşik e û serketî bala mirov dibe ser karakterê sereke yê fotografî. Bi her awayî kompozisyoneke hunerî ava kiriye. Ronahî û rengên fotograf jî dikin ku fotograf xweşiktir were xuyanê.”

Ev fotografê Dikye Ariani ji nava 509.612 fotografan weke fotogrofê herî baş hatiye neqandin.

JAKARTA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.