‘Ji min re bêjin Lewend’ xelata herî baş wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 20 Adar 2024 - 00:21

Li Festîval û Forûma Mafên Mirovan (FIFDH) ku her sal li Cenevreya Swîsreyê tê lidarxistin belgefilma bi navê “Name Me Lawand” (Ji min re bêje Lewend) xelata bi navê “Geneva Grand Prix” wergirt. Yanî weke belgefilma herî baş hate neqandin û qederê 10 hezar frankên Swîsreyî ku ji bo “Xelata Mezin a Cenevre” tê dayîn jî wergirt. 

Festîvala FIFDH îsala cara 22’an di navbera 8 û 17’ê meha Adarê de pêk hat. 

Derhênerê belgefilmê Edward Lovelace bi jiyana zarokekî Kurd ê ker û lal daketiye ku ew ji Başûrê Kurdistanê ye. Piştî tevî malbata xwe koçber bûye û li Brîtanyayê bi cih bûye bala derhênerê belgefilmê biriye ser xwe. 

Juriya festîvalê ji bo belgefilmê “Name Me Lawand” nirxandineke wiha kir; “Belgefilmeke pêşverû û jandar e ku behsa kesên astengdar dike. Her wiha ev belgefilm rêzê digire ji bo hemû zarokên astengdar ku kes nikare êşên xeyal jî bike. Temaşevan bi vê rastiyê re rû bi rû dimînin.”

Çîroka filmî ev e;

Lewend tevî dê û bavên xwe ji Başûrê Kurdistanê direve û li li bajarê Derby ê  Brîtanyayê bi cih dibe. Edward Lovelace di sala 2022’an de dest bi çêkirina belgefilmê dike. Lê ji ber ew bi îşaretên zimanê astengdaran nizane zehmetî dikşîne. Ji bo ew karibe baş ji Lewend ê Kurd fam bike xwe fêrî zimanê îşaretan ê Brîtanî kiriye. Ji bo karibe ji vî zimanî fam bike wî 4 salên xwe terxan kiriye û bi vî awayî belgefilmê qedandiye.

CENEVRE

Infowelat

————————————–

Foto: Dîmeneke ji Fîlma “Ji min re bêje Lewend”/Penwithfilmsociety.co.uk/

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.