Ji kesî natirsin kujer xelat kirin
Pêncşem 4 Tebax 2022 - 22:24
- Xizmên Mela Hoşyar ê ku sala 2016´an di encama êrişeke çekdarî de li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dabû, li dijî xelatkirina kujerên Mela Hoşyar, bi çalakiyekê nerazîbûn nîşan dan.
Xizmên Mela Hoşyar ê ku sala 2016´an di encama êrişeke çekdarî de li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dabû, li dijî xelatkirina kujerên Mela Hoşyar, bi çalakiyekê nerazîbûn nîşan dan.
Beriya çend rojan, bi merasîmekê dîplomaya kesên di girtîgehan de dixwînin û zanîngehê diqedînin, hat dayîn.
Yek ji kesên ku di wê merasîmê de bi pileya ‘herî baş’ dîploma wergirt, kesê bi navê (S.S.T) bû yê ku ji ber hevkariya bi kujerê Mela Hoşyar Îsmaîl re cezayê bi darvekirinê lê hatiye birîn.
Piştî vê yekê malbat û xizmên Mela Hoşyar nerazîbûn nîşandan. Bi vê armancê doh li Hewlêrê li ber avahiya desteya wezîran, kesûkarên malbata Mela Hoşyar kom bûn û nerazîbûna xwe anîn ziman.
Li ser navê malbatê birayê Mela Hoşyar, Diyar Goran da zanîn ku ew ji ber xelatkirina kujerê Mela Hoşyar, gelek dilgiran bûne û bi gotina ‘Wezîrekî hikûmeta Herêmê terorîstek xelat kir’ nerazîbûna malbatê nîşan da.
Pêr Wezîra Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Hewlêrê, li ser mijarê daxuyaniyek dabû û gotibû, ew di dema dayîna xelatan de pirsyara rabirdûya girtî nakin, ew di çarçoveya qanûnan de nêzîk dibin.
Oldar, Mela Hoşyar Îsmaîl 22’yê Mijdara 2016’an li ber mala xwe ya li Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû. Piştre cezayê bidarvekirinê li kujerên wî hatibû birrîn.
ROJNEWS/HEWLÊR