Ji jinên Amedî peyama 8'ê Adarê

Duşem 3 Adar 2025 - 03:00

Jinên ji Amedê diyar kir ku di 8'ê Adarê de wê li qadan bin û hêza xwe hîn xurt bikin. 

Jinên ji Amedê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê axivîn. Jina di peyama xwe de gotin:"8'ê Adarê weke Roja Jinan a Cîhanê tê bilêvkirin lê belê li welatê me di Roja Jinan a Cîhanê de jî jin têne qetilkirin. Divê ev yek neyê kirin. 

Em ê li qadan bin 

Şîlan Aytemîz: Hem jinên me hem jî zarokên me têne qetilkirin. Li vî welatî bi ti awayî qîmeta jinê nîne. Eger pêwîst bike divê em serî hildin. Di 8'ê Adarê de em ê li qadan bin.

Têkoşîna jinan wê mezin bibe

Hediye Kûrt: Yekane rizgariya me yekîtî ye. Heta ku em nebin yek wê zilm dewam bike. Hêvîdar im 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wê ji bo jinan bibe dîrokek û têkoşîna jinan wê mezin bibe.

Em jin gelekî xurt in

Eda Ekîn: Divê jin tenê di rojekê de neyê asêkirin, qîmeta jinê divê her roj bê fêhmkirin. Em jin gelekî xurt in, divê em bibin yek û hêza xwe hîn xurt bikin. 

Divê jin azad bibin

Sûzan Koçak: Em jin divê xwe biparêzin. Jin bila êdî karibin fikrê xwe bi rengekî azad bibêjin. Ji bo tundî li jinan neyê kirin divê em bi hev re tevbigerin. Divê jin azad bibin. Saziyên ji bo jinan divê zêde bibin.

Hêvîdar im tundî  bi dawî bibe

Fatîma Kantar: Wate û girîngiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê gelekî mezin e, lê belê li welatê me girîngiya vê yekê nayê zanîn. Hêvîdar im ku tundî û komkujiyên li hemberî jinan wê bi dawî bibin. Qanûnên ku jinan diparêzin divê bi cih bêne anîn.

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.