JI HRE`yê çalakiyên tolhildanê

Sêşem 1 Tebax 2023 - 12:52

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li Ezaz, Bab û Şêrawayê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor li dar xistine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;

16 dagirker hatin kuştin

“Êrişên artêşa Tirk a dagirker û komên çete li hember heremên me bênavber berdewam dikin. Li hember van êrişan di meha Tîrmehê de ji aliyê hêzên me vê çalakiyên bibandor yên tolhildanê hatin lidar xistin û encamên van çalakiyan wiha ye;

’’7’ê Tîrmehê, li herêma Babê du baregehên artêşa Tirk a dagirker hatin hedef kirin. Di encama van çalakiyan de 2 leşkerên dagirker birîndar bûn û çeteyek hat kuştin.

10’ê Tîrmehê, li gundê Kibeşînê ya navçeya Şerawa li hember baregehek çeteyên dagirker çalakiyek serdegirtinê hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 6 çete hatin kuştin. Herwiha çekek AK-47 û termalek hat desteserkirin. Heman rojê, li herema Ezazê li hember baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek taybet hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

29’ê Tîrmehê, di navbera Marê û Ezazê de, li hember baregehek çeteyên dagirker çalakiyek serdegirtinê hat lidar xistin. Di demek kurt de qontrola baregehê ket destê hêzên me. Dijmin du caran hewl da ku taqwiye bişîne cihê çalakiyê. Lê di encamê lêdana hêzên me de hêzên dijmin yên taqwiye neçar man paş ve bikişin. Bi qasî hate zelal kirin 5 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de 3 çekên AK-47, 2 rextên AK-47, çekeke BKC, çekeke B-7 û 2 çente hatin desteserkirin, 3 motorsiklet jî hatin ruxandin.

31`ê Tîrmehê, li gundê Birc Heyder a navçeya Şêrawa li hember baregeheke çeteyan çalakiyek serdegirtinê hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin. Çekeke AK-47, rext û 5 şarjorên wê, dûrbîneke rojê û telefonek hat desteser kirin. Heman rojê li herêma Şêrawa di encama çalakiyek din de jî 4 çete birîndar bûn. Di encama van çalakiyan de bi giştî leşkerek û 15 çete hatin kuştin, 4 leşker û 8 çete jî birîndar bûn. Ew çalakî ji bo tolhildana şehîdan hatin lidarxistin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.