Ji Hewlêrê dîsa biryara neyariyê

Duşem 5 Îlon 2022 - 03:41

  • Hevserokê Meclîsa Gel a wargeha penaberan Mexmûrê Yûsif Kara dibêje, komek di nava Iraqê de li ser daxwaza PDK’ê û dewleta Tirk dixwaze derdora wargehê têl bike, ji bo vê jî gefê dixwe bi êrişan û bi ambargoyeke nû. Ew dibêje, Mexmûr wê li ber xwe bide.

IDRÎS KARA/MEXMÛR

 

Di 27’ê Kanuna 2021’ê di nava ambargoya PDK´ê ya li dijî wargeha penaberan a mexmûrê de, hêzên Iraqê bêyî ku agahdar bikin, serê siharê xwestin bikevin wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û derdora wargehê hemûyî bi têlan bigirin. Li ser vê yekê xelkê wargeha Mexmûrê berê xwe da seytereyê û nerazîbûn nîşanî hêzên Iraqê da. Berxwedana Mexmûrê wê demê nehêla derdora Mexmûrê were têlkirin. Vê carê Iraq dixwaze bi konsepteke din derdora wargehê bigire û têl bike. 

 

Gef li Meclîsa Wargehê xwarin

Van rojên dawiyê, dewleta Tirk û PDK bi rêya Iraqê dixwazin wargeha Mexmûrê bidin valakirin. Iraqê ji bo derdora wargehê têl bike, gef li Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî a Mexmûrê xwarin. Iraqê hinek şert radestî xelkê wargehê kirine ku neyên pejirandin. Bi vê gef li wargehê tê xwarin ku ambargoyeke din were serê û êriş jî zêde bibin. Jixwe, piştî ku Iraqê meclîsa wargehê agahdar kir ji vê rewşê, xelkê Mexmûrê helwêsta nîşan da û ragihand ku ew ê ti carî têlkirina derdora wargehê qebûl neke. 

Piştî ku Iraqê bihîst ku xelkê Mexmûrê wê li ber xwe bide û nehêle dora wargehê têl bike, dewleta Tirk êrişî xelkê wargehê kir. Di 29’ê Tebaxê de saet 12:40’an balafireke bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker, maleke penaberên Mexmûrê kir hedef. Di encama êrişa hovane de welatiyê bi navê Ebûzêd Abdullah Ubeyd şehîd bû. 

Hevserokê Meclîsa Gel ê Wargeha Mexmûrê Yûsif Kara, derbarê gefên Iraq, PDK û dewleta Tirk ên li dijî wargehê, hewldana dawî ya têlkirina derdora wargehê, gefa rasterast ya rayedarên Iraqê û helwêsta xelkê Mexmûrê ya li dijî têlkirin û êrişan,  ji rojnameya me re axivî. 

 

‘Piştî Iraq hat êriş zêdetir bûn’

Yusuf Kara destpêkê da zanîn ku hewldanên têlkirinê ji berê de hebûn, Iraq dibêje, Tirkiye zextê li wan dike, lewma divê derdora wargehê were têlkirin. Yûsif Kara got, Iraq sedema êrişan bi nebûna xwe ya di nava wargehê de rave dike: “Digotin ji ber ku em ne di nava wargehê de ne, Tirkiye êriş dike. Piştî wê, îdareya xwe anîn, navenda xwe ya polêsan jî anîn nava wargehê, herwiha Wezareta Koç û Koçberan jî nûnerên xwe şandin, ji bo pirsgirêkan, Neteweyên Yekbûyî jî parêzerên xwe şandin. Hêceta wan a ku digotin, em li wir nînin jî neman. 

 

Beriya werin derdorê bombebaran dikirin

Lê bi hatina wan re, vê carê êriş zêdetir bûn. Beriya ku Iraq û NY werin, di nava wargehê de dewleta Tirk derdora wargehê bombebaran dikir, lê piştî ew hatin, vê carê dewleta Tirk rasterast nava wargehê bombebaran kir. 

Iraqê ala xwe anî nava wargehê, navenda polêsan jî hat, lê 500 metre dûrî wê dewleta Tirk êriş dike û mala welatiyekî wargehê dike hedef. Tevî êrişê, Iraqê rayedarên xwe neşandin û li cihê bûyerê lêkolîn nekir. Bavê 6 zarokan hate qetilkirin, otopsiya wî hatiye çêkirin, lê dîsan jî Iraq bêdeng ma.”

 

Dixwazin wargehê ji holê rakin

Yûsif Kara behsa hewldanên dawî yên têlkirina derdora wargehê kir û got, “Beriya niha nivîsek şandin û gotin, em dixwazin derdora wargehê têl bikin, ji ber ku mijareke ewlehiyê ye. Em dibêjin çima, ew dibêjin ji bo ewlekariya we ye. Lê dema em lê dinihêrin, êriş ji hewayê tên, ti peywendiya xwe bi erdê re nînin. Piştî Iraq hat, êriş zêdetir bûn. Jixwe, derdora me bi Artêşa Iraqê dorpêçkirî ye, mala Barzanî rêgiriyê li me me dikin. Ji bo wê, hewldana wan a têlkirinê, ne ji bo parastinê ye, haya me jê heye ku sîmkirin ji bo jihevbelavkirina wargehê ye.

Ev konsepteke bi destê dewleta Tirk, PDK û komekê ye ya ku di nava dewleta Iraqê de alîgiriya vê konseptê dike. Dema dixwazin vê bikin jî şertan didin ber me û gefan li me dixwin. Dibêjin, yan hunê van şertên me qebûl bikin, yan em ê derî li wargehê bigirin. Yanî dibêjin ku hûn pêk neyînin, em ê dest werdin nava wargehê û wargehê ji hev belav bikin.”

 

‘Biryarê ne li Bexdayê, li Hewlêrê digirin’

Li gorî Yûsif Kara, biryarên derbarê wargehê de ne li Bexdayê, lê hemû jî li Hewlêrê têne girtin: “Heger dewleta Iraqê biryaran bide, divê li Bexdayê bide. Em niha di bin serweriya Bexdayê de ne, çima li Hewlêrê biryaran didin? Wê demê ev hêza ku vê yekê li ser me ferz dike, bi temamî girêdayî MÎT’a Tirkiyeyê ye.

Iraq aloz e, dewleta Tirk û PDK jî keysa xwe li vê yekê tînin, ew koma di nava Iraqê de alîkariyê dide jî ji vê valahiyê feydê dibîne. Li gorî min, li Iraqê Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ne NY ye, nûnera NY´ê ya li Iraqê, xizmeta malbata Barzanî dike, di berjewendiya wan de kar dike. Bi vê re siyaseta wan li me jî ferz dike. AKP jî çarenûsa dewamkirina faşîzma xwe di qirkirina Kurdan de dibîne.”

 

‘Em ê li ber xwe bidin’

Yûsif Kara got, ew weke wargehê dilsozê şoreşê ne û ji bo weke neteweya Kurd bibin xwedî maf, têdikoşin û wiha qala helwêsta xelkê Mexmûrê kir; “Jixwe derdora me dorpêçkirî ye, em ne weke penaberên din in, em li pey doz û şoreşekê ne. Em dixwazin weke mirovan bijîn, lê dijminên me ji bo qirkirin û tinekirina me tifaqan çêdikin, îro jî heman tiştî dikin.

Wek xelkê Mexmûrê çawa zarokên vî gelî li her derê li hemberî faşîzmê li ber xwe didin, em ê jî li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedanê, ti rêya din nîne, piştî ew qas êş û zehmetiyê em ê teslîmiyetê qebûl nekin. Dijmin bi hevkarên xwe re vê dawiyê dest bi hewldaneke nû kiriye, herî dawî di 29’ê Tebaxê de êriş kirin û bavê 6 zarokan qetil kirin. Dixwazin bi van êrişan biryarên li ser me, pêk bînin. Dixwazin em çok danin û tesfiye bibin, armanca sereke ya dewleta Tirk jî belavkirina wargehê ye. Dixwaze beriya hilbijartinên li Tirkiyeyê serketinekê bi dest bixe, dixwaze wargehê ji hev belav bike û ji xwe re bi kar bîne

Gefan li me dixwin, balafirên keşfê li ser serê me ne, çavê zarokên me êdî li esmanan e. Ji ber ku em têlkirinê qebûl nakin, van êrişan dikin. Ji bo parastina şeref û rûmeta xwe, bi sedan berdêl me dayîne, ji bo ku em jiyaneke bi rumet me her tim li ber xwe daye.”

 

Êrişên li dijî Zaxo û Mexmûrê yek in

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yûsif Kara herî dawî ev bang kir; “Êrişa li Zaxo û Mexmûrê heman tişt e, li dijî kerameta Iraqê ne. Divê xelkê Iraqê xwedî helwêst be, heger NY jî berpirsê penaberan e, divê bi erkê xwe rabe û li gorî qanûnên xwe tevbigere. Em bang li Kurdên bi şeref dikin, êdî hay ji şerê gel ê şoreşgerî hebin. Dijminekî şikestî heye, tenê divê em têkoşînê xurt bikin.”

 

Dîrokçeya zilma li wargeha Mexmûrê

 

Penaberên wargeha şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ji sala 1994’an ve bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran mane. Di van wargehan de ji bilî êşên mezin ên jiyanê ku gelek zarok, pîr û jinan jiyana xwe ji dest dan, panaber bi gelek êrişan re jî rû bi rû man. Di van êrişan de jî gelek welatî hatin qetilkirin. Her wiha li wargehên Etruş, Geliyê Qiyametê û Nînovayê bi ambargoyan re rû bi rû man.

Koçberên Bakûr di encama van rêwitiyên zor û zehmet de di sala 1998’an de li quntara çiyayê Qereçox a navçeya Mexmûrê bicîh bûn. Di salên destpêkê de zehmetiyên gelekî dijwar dîtin û ava vexwarin û paqijiyê jî, bi zehmetî peyda kirin. Her wiha cihekî ku xwe bispêrin nebû û tenê ji ber dupişkan bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.

Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, gelê koçber li vir jiyanek nû afirand, mal hatin çêkirin, saziyên rêveberî, şaredarî, perwerde, tenduristî, û hwd. hatin avakirin. Wargeh bi awayek fermî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûl kirin û hîn jî dibin sîwana NY deye. Lê tevî wargeha dibin sîwana Neteweyên Yekbûyî deye, hîn jî dewleta Tirk êrişan ser pêktîne, PDK rê lidigre û di dorpêçê deye. Di 6’ê Tebaxa 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî wargehê kirin, lê xelkê Mexmûrê bi gerîlayên azadiyê re berxwedanek bê hempa nîşandan û di 8’ê Tebaxê de Mexmûr ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. 

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan. Rojek piştî bûyekê, ango 18’ê Tîrmeha 2019’an balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn. Ji 17’ê Tîrmehê ve PDK rê nade ti welatiyek xelkê Mexmûrê derbasî bajarên Başûrê Kurdistanê bibe. Piştî rêgiriya PDK’ê dewleta Tirk êrişên xwe yên ser wargehê zêdekir. Dewleta Tirk êdî bi balafirên şer û bê mirov êrişan pêkanî. Li rexa êrişan zextên PDK û Iraqê jî yên ji bo belavkirina wargehê zêde bûn. 

 

Êrişên li dijî Mexmûrê 

 

6'ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa Tirk Mexmûr bombebaran kir û di êrîşê de 5 welatiyên Wargehê yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bibûn.13'ê Kanûna 2018'an balafirên şer ên Tirk bombe li penaberên Mexmûrê barandin û sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bibûn.Di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn.Di 15’ê Nîsanê 2020’’an de balafirên keşfê yên bi çek (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker wargeha Mexmûrê bombebaran kirin. Di vê êrîşê de 3 jinên ciwan şehîd bûn.Di 15’ê Hezîra 2020’an de balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Wargeha Şehîd Rûstme Cûdî (Mexmûr) Çiyayê Qereçox û devera Miştenûr bi dijwarî bombebaran kirin. Ti ziyana canî çênebe. Di 5’ê Gulana 2021’an de dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir.Di 3’yê Îlonê de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov navenda Mexmûr bombebaran dikir. Di encamê de dayikek û zarokek birîndar bûn. Ziyana madî li malên derdor bûn. Di 1’ê Sibata 2022’an de balafirên şer bi awayek dijwar Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kirin. Di encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn. Gelek kes birîndar bûn.Di 21’ê Gulana 2022’an de li navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê balafirek bê mirov a bi çek ve wesayîtek hate bombebarankirin. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Hecî Mîrza Elî jiyana xwe ji dest da. Di 5’ê Tîrmehê de 2022’yan de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî malekê êrişa hawayî ji aliyê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve pêk hat. Di encamê de kesek birîndar bû. Hinek kes jê bandor bûn. Di 29’ê Tebaxê de balafirek bê mirov a bi çek a dawleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) malek bombebaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Ebûzêt Abdullah Dêrhînî yê bavê 6 zarokan şehîd bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.