- Mam Biraym dibêje, “Ez aşiqê mûzîk û guhdarîkirina sitranan im, ger ev her du tişt di jiyana min de nemînin, min tiştek din navê”. Ev 22 sal in ku ew li ser rêyan karê komkirina arşîv û firotina kasêt, CD´yên muzîkê yên berê dike.
Li Serçinar, Baxçeyê sewalan a Newroz a Silêmanî û li ber Zanîngeha Silêmaniyê dengê wî dihat bihîstin. Dengê Mam Biraym gelekî xweş bû; wî ji bo firotina benîşt, şekrokan bang dikir, lê wekî ku stranan bibêje. Wî beriya 22 salan hinek şekrok, benîşt, biskewît û kasêt li ser paçekî datanîn û difirotin. Ji ber ku Mam Biryam ji guhdarîkirina sitranên berê, gelekî hez dikir, dest bi komkirina arşîva hunermendên kevin kir. Mam Biryam kasêtekê dideyne ser teybekê û dengê wê bilind dike. Bi vê yekê keyfa kesên li bazarê jî xweştir dikir berê. Niha jî herî zêde CD´yên muzîkê difiroşe.
Dengê Hesen Zîrek berdide
Îbrahîm Seîd yan jî Mam Biraym, xelkê bajarê Silêmaniyê ye. Ew 50 salî ye, du keç û sê kurên wî hene. Mam Biraym karê xwe bi seqetiya xwe dike. Piştî ku kasêt kêm bûn, wî ew ji xwe re kirin arşîv. Ew niha CD û DVD´ayn difiroşe. Li goşeyeke cadeya Salim a Silêmaniyê her roj heta derengiya şevê CD û DVD´yan difiroşe. Gava vê dike jî ji hoparlora xwe dengê Hesen Zîrek û Ebdulhelîmî berdide.
Mam Biraym hem bala rêbariyan dikişîne ser xwe û hem jî keyfa welatiyan tîne. Mam Biraym li ser karê xwe dibêje, “Ez evîndarê mûzîk û guhdarkirina sitranên resen im. Bi taybetî sitranên folkorî yên kevin. Ez ji dengê hunermendên wek Hesen Zîrek, Mamlê, Feyroz û Ebudlhelîm pir hez dikim. Ger mûzîk û stranan ji jiyana min derxînin, min tiştek din navê.”
Li ser komkirina arşîva hunermendan jî Mam Biraym dibêje, bi hezaran kasêt û CD´yên wî li malê hene: “Li her cihekî malê kasêt hene. Hevjîna min ji vê rewşê bêzar bûye, her wiha hemû sitranan bi amêra taybet dixim ser CD´yê û kopî dikim.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ