Ji çîrokan ber bi sînemayê ve

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Gulan 2021 - 05:37

  • Ronî Bulut: Di vê rêwîtiya wêje û sînemayê de dê sînemager bêhtir nêzî wêjeyê bibin û bingehekî çêkin ji bo sînemaya xwe. Bi vî awayî lêanîna çîrokên Kurdî ji bo sînemayê dê ji bo sînema û wêjeya Kurdî bibe destpêkek.

Piştî ku Salona Yılmaz Guney hatibû şewitandin li Êlihê salonên sînemayê yên ku filmên derhênerên serbixwe nîşan bidin nemabûn. Kolektîfa Sînemaya Nû bi armanca mekanekî nû bi hevkariya Sehneya Nû û Komaleya Çand û Huner a Batmanê (BART) sala 2019’an li Êlihê hat damezirandin. Beriya pandemiyê bêtirî 40 filmên metrajidirêj û 300 jî kurtefilm li sehneya xwe nîşan dan. Her wiha, wê kargeheka sînemayê jî organîze kir ya ku 6 meh domandibû. Wê gelek derhêner jî vexwendibûn ji bo hevpyevînan. Kolektîfa Sînemaya Nû niha jî amadekariya projeyeke nû dike û dixwaze “Kargeha Lêanîna Wêje û Sînemayê” li dar bixe û di navbera sînemagerên herêmê de têkileyekê ava bike. 

10 çîrokên Kurdî dê werin hilbijartin

Rêvebirê projeyê Ronî Bulut derbarê “Kargeha Lêanîna Wêje û Sînemayê” de axivî û got, sînemagerên Kurd ji bo kargehê dê çîrokên Kurdî hilbijêrin û bi van çîrokên xwe miracaetî kargehê bikin. Bulut wiha axivî; “Ev çîrok bi alîkariya perwerdekaran dê veguherin formên senaryoyê. Tenê wek senaryo jî namînin, her wiha dê çîrok hemû ji bo dîmengirtinê wek dosya werin amadekirin. Ji nav miracaetan herî zêde em ê 10 kesan hilbijêrin. Kesên werin hilbijartin jî divê xwedî azmûn bin û karibin senaryoya xwe bînin asta çêkirina filmê. Divê wan herî kêm kurtefilmek çêkiribe û xwedî senaryoyekê bin. Her wiha em ê miracaetên sînemagerên jin jî zêdetir li ber çavan bigirin û heger miracaet zêde werin, em ê kotaya %50 ji bo sînemagerên jin bikin esas.”

Di navbera sînema û wêjeyê de dê têkiliyek ava bibe

Bulut di dewama axaftina xwe de armanca xwe ya ji vê xebatê jî desnîşan kir û got, wêjaya Kurdî bi salan ji welatê xwe dûr xwest xwe bigihîne xwînerên xwe û piştî salên 2000’î li Amedê û gelek bajarên din weşanxane vebûn, fuar û festîvalên wêjeyî li dar ketin û bi vî awayî wejeya Kurdî vegeriya welatê xwe dîsa. Bulut wiha dewam kir, “Li Tirkiyeyê zimanê Kurdî nebûye zimanê perwerdeyê, ji lewma jî xwendin û nivîsandina Kurdî pirr kêm bûye û bi pêş neketiye. Sînemagerên nûgiha jî di rewşeke wiha de dest bi sînemageriyê kirin û ketin ser vê rêyê. Ji ber dûrketina sînemageran ya ji wêjeyê têkiliyek di navbera sînema û wêjeyê de ava nebû. Di vê rêwîtiya wêje û sînemayê de dê sînemager bêhtir nêzî wêjeyê bibin û bingehekî çêkin ji bo sînemaya xwe. Bi vî awayî lêanîna çîrokên Kurdî ji bo sînemayê dê ji bo sînema û wêjeya Kurdî bibe destpêkek.”

Miracaet heta 21’ê Gulanê ne

Bulut anî ziman ku di dawiya miracaetan de 10 çîrok wê werin hilbijartin û ji bo van çîrokan, di navbera 7’ê Hezîranê û 15’ê Tebaxê de wê kargeh werin lidarxistin.

Bi nivîskar û çîroknûs Şêxo Fîlîk re kargeha wêjeyê, bi nivîskar Recep Îçen re kargeha dramatûrjiyê, bi sînemager Yilmaz Ozdil û Mizgin Mujde Arslan re dersên lêanîna senaryoyê dê werin lidarxistin. Piştî ku ev kargeh bi dawî bûn, ji nav 10 çîrokan çîrokeke Kurdî dê were hilbijartin û filma wê were çêkirin. Ji bo çîrok û senaryoyên mayî jî dê dosye werin amadekirin da ku ji bo van çîrokan jî siberojê fon karibe bê peydakirin û film ji wan karibin bên çêkirin.
Ji bo “Kargeha Lêanîna Wêje û Sînemayê” miracaetan 30’yê Nîsanê dest pê kiribûn. Miracaet dê ji bo kargehê heta 21’ê Gulanê dewam bikin.

Beşdar dikarin ji bo agahiyên berfireh û şert û mercên tevlîbûnê li lînka li jêr binihêrin. 

https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSfaJWXotlxl1hFTnJsPuzvGWvuy-3JsGc5yvU4USKgwy_mFFg/viewform

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.