Bi armanca bipêşxistina zarokên şehîdan di warê teknelojiyayê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, dibistana Şehîd Beşîr a Teknelojiyayê li bajarê Qamişlo vekir.
Dibistan bi beşdarbûna enadmên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê û nûnerê Rêveberiya Xweser li kolana Wehda ya naverasta bajarê Qamişlo hat vekirin.
Di merasîmê de, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Selma Xelîl axivî.
Selma Xelîl piştî pîrozkirina vekirina dibistana yekemîn a teknelojiya ji bo zarokên şehîdan, got, "Em bi hêvî ne ku ev dibistan li cîhanê bibe mînaka birêxistinekirina jiyaneke baştir ji bo zarokên şehîdan û bipêşxistina siberojê û civakê."
Selma Xelîl her wiha da zanîn ku ew ê dibistanên weke vê, li herêmên din jî vekin.
Endama rêveber a Dibistana Şehîd Beşîr ya Teknelojiya Selma Elî jî axivî û diyar kir ku armanca vekirina vê dibistanê, zarokan pêş bixin û civakeke zane ava bikin.
Kompûter û bîrkarî
Têkildarî sîstema kar li dibistanê, Selma Elî jî got, "Dema perwerdeyê li akademiyê du sal in. Di akademiyê de 7 branş hene, 4 ji wan girêdayî kompûterê ne: bername, kompûter, dîzayn û montaj, elektron, beşên din jî bîrkarî, zimanên Erebî, Ingilîzî û Kurdî ne."
Deriyê dibistanê ji aliyê dayika şehîd Beşîr Remedan, Sîham Remedan ve hat vekirin.
ANHA/QAMIŞLO