Ji bo zarokan li gund û taxan

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Kanûn 2021 - 23:12

  • Komeleya Çand û Huner a Dîcle û MED-DER, bi hevkarî li gund, tax û navçeyên Amedê ji bo zarokan bi Kurdî kargehên cuda organîze dikin.

SEMA ÇAGLAK / JINNEWS/AMED

Komeleya Çand û Huner a Dîcle û MED-DER, bi hevkarî li gund, tax û navçeyên Amedê ji bo zarokan bi Kurdî kargehên cuda organîze dikin. Organîzatorên kargehan dibêjin, "Elaqeya malbatan xebatên me bi hêz dike û her wiha li ku derê zarok hebin em ê jî li wir bin." 

Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), ev demeke dirêj e, li gund, tax, navçeyên Amedê ji bo zarokan kargehên cuda organîze dikin. Bi zarokan re dicivin, wêneyan xêz dikin, stranan dibêjin, alfebeya Kurdî hîn dikin û lîstîkên cuda dilîzin.

Mamoste û koordînatora Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê, Mizgîn Yıldırım û mamosteya MED-DER’ê Seyhan Şaşmaz behsa xebatên xwe kirin.

Mizgîn balê dibe ser xebatên xwe: "Proje û xebatên me yên ji bo zarokên li gund, navçe û bajêr didomin. Armanca me ye ku pêla bişaftinê kêm be jî bişikînin. Ji ber pandemiyê me navber dabû xebatên xwe. Lê niha me xebatên xwe ji cihê lê mayî dewam kirin. Em niha hewl didin ku xebatên xwe xurt bikin.”

Rîtm û ruhê xwezayî 

Mizgîn dibêje, xebatên kargehan bala zarokan dikişand: "Di xebatên kargehê de wênexêzkirin, hînbûna rîtm û muzîkê û fêrkirina ziman hene. Wekî din bernameyên cuda jî ji bo zarokan tên organîzekirin. Em jî gelek tiştan ji zarokan hîn dibin. Ji ber ku nîgaşên wan û asoya wan berfireh e. Em jî para xwe ji coş û kelecana wan digirin, ev kêfa me jî xweş dike. Em bi rîtmên xwezayî ruhê wan ê xwezayî derdixin holê."

Alfabeya Kurdî hîn dikin 

Mamoste Seyhan jî dibêje, "Me li 4 navçeyên Amedê dest bi xebatan kir. Di dawiyê de jî li çar taxên Amedê -du taxên Sûrê û li du taxên Peyasê- xebatên me dewam kirin. Em vê xebatê bi hevkariya komeleya çandê re bi rê ve dibin. Em çendî li ser çand û huner rawestin, em ewqasî li ser xwedin û nivîsandina bi Kurdî jî radiwestin. Di xebatên me de em alfebeya Kurdî hînî zarokan dikin."

Seyhan dibêje, perwerdeya Kurdî bala malbatan jî dikişîne û di van xebatên wan de bi gelemperî malbat bi zarokên xwe re tên cem wan û bi kêfxweşî li çalakiyên wan temaşe dikin û piştî demekê jî tevlî çalakiyên hunerî dibin.

Seyhan dide zanîn ku ji ber zivistanê car caran ew navberê didin xebatên xwe. Seyhan di dawiyê de dibêje, ew diyariyên wek pênûs û seta perwerdê ya zimanê Kurdî didin zarokan. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.