Ji bo zarokan kovara Rona derdixe

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 04:22

ROZA METÎNA/JINNEWS/QAMIŞLO

 

Rona Egîd, di warê ziman û wêjaya Kurdî de Kovara Rona derdixe û pirtûkxane ava kiriye. Rona zimanê dayikê weke bîrdanka zarokatiyê bi nav dike û dibêje, “Zarokên dûrî zimanê xwe bin, wê di civaka xwe de xerîb û biyan bin. Wêjeya zarokan û zimanê dayikê mîna gencîneyê ne.”

Rona Egîd ji Qamişloyê ye, ji zimanê dayikê, ji muzîkê hez dike û hinek kilîbên wê ji bo zarokan jî hene. Xwediya yekem pirtûkxaneya zarokan a pirtûkên Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ye. Hewl dide ku zimanê Kurdî bi zarokan şêrîn bike, piştgiriya wan bike, diçe serdana dibistanan, çîrokan ji zarokan re dixwîne. Beriya çend rojan hejmara yekê ya kovara xwe ya “Rona”yê weşand. Ew jî yek ji berhemên grupa Rona ya çanda zarokan e.

Ronayê bang li malbatên li Rojavayê Kurdistanê kir da ku zarokên xwe ji ziman û wêjeya Kurdî bêpar nehêlin û bala wan bibin ser van herdu mijarên girîng. Ronayê got, ”Ji bo bipêşketina zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî, divê malbat berê zarokên xwe bidin zimanê Kurdî û pirtûkên Kurdî. Zarokan ji tiştên ku zirarê didin ziman û wêjeya Kurdî dûr bixin.”

 

Wê bi tepan bi serê xwe bikevin!

Ronayê bal bire ser girîngiya zimanê dayikê û wêjeya Kurdî û wiha pê de çû: “Ziman zarokan nêzî dîrok, kelepor, stran, folklor û malbatê dike. Jixwe, bi ya min rola mezin li vir ya dayikê ye. Zaroka ku di civaka xwe de bi zimanê xwe neaxive qet nasnameya xwe ya Kurdî hîs nake. Di vir de jî dixwazim balê bibim ser malbatên ku bi destên xwe zarokên xwe di rêya şandina dibistanên zimanê Erebî re wan dûrî ziman, çand, wêje û her tiştê Kurdî dixin. Belkî niha encama vê şaşiyê ne diyar be, lê guman dikim siberojê, ew ê bi tepan bi serê xwe bikevin. Zarokên dûrî zimanê xwe bin, wê di civaka xwe de xerîb û biyan bin.”

 

Bi Ronayê kovargerî geş dibe

Ronayê behsa projeya xwe ya kovara zarokan “Rona”yê kir û bal bire ser armanc û sedema vê projeyê: “Berî ku em dest bi projeya kovarê bikin, bi rastî me gelek nimûneyên kovarên zarokan dîtin, me hewl da ku projeya me tiştekî nû be ku di deverê de kêm weke wê hebin. Çi ji hêla dîzaynê, çi ji hêla reng, kaxez, stîl û mijarê ve. Jixwe, me weşana hejmara yekê xiste heman roja weşana yekem a kovara Kurdî ya zarokan a bi navê Gir û Galî Mendalanî Kurd ku di 21’ê Nîsana 1946’an de li Komara Mahabadê hatiye çapkirin. Beş û deriyên kovarê di her hejmarê de wê guherbar bin. Û her hejmar wê mijarekê ji mijarên kovara Gir û Galî di rûpelekî de belav bike. Ji bo sedema weşana wê, dixwazim agahiyekê derbarê vê yekê de bibêjim, ji sala weşana kovara Hawarê di 1932’an de heta sala 2012’an jî ti kovarên taybet ên zarokan derneketine ango derdora 80 salî. Ji ber vê yekê, me xwest em jî tiştekî nû di vî warî de pêşkêş bikin. Armanca min a bi vê kovarê ew e ku bipêşxistina wêjeya zarokan û kovargeriya zarokan li Rojavayê Kurdistanê geş bibe. Her wiha ku karibim siberojê vê projeya xwe ya pirtûkxane û kovarê ji bo zarokên Rojavayê bikim mîna saziyeke rewşenbîriyê.”

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.