Ji bo serketinê şerê şoreşger ê gel

Pêncşem 22 Îlon 2022 - 21:15

  • Karayilan: Me belasebep negot 'şerê man û nemanê ye'. Rastî ev e. Ji ber vê yekê di vê demê de çi ji destê kê tê, divê bike. Ciwan divê tevlî nava refên gerîla bibin. Jin, welatparêz; her kes divê bi erka xwe rabin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser rewşa şer a meydanî ya li Başûrê Kurdistanê got, "Bi taybetî 3 mehên li pêşiya me ji bo şerê gerîla gelekî giring e. Ji ber ku dijmin jî dixwaze encamê bi dest bixe, em jî dixwazin encamê bi dest bixin. Ji bo vê jî piştgirî lazim e. Me belasebep negot 'şerê man û nemanê ye'. Rastî ev e. Ji ber vê yekê di vê demê de çi ji destê kê tê, divê bike. Ciwan divê tevlî nava refên gerîla bibin. Jin, welatparêz; her kes divê bi erka xwe rabin. Ev pêvajo di dîroka me ya têkoşînê de serdemeke gelekî girîng e, em dixwazin di vê pêvajoyê de bi ser bikevin. Em bi xwe bawer in û heger em van rê û rêbazên xwe yên heta niha pêk tînin, dewam bikin, em ê bi ser bikevin. Berxwedana ku 5 meh in dewam dike serketin misoger kiriye. Di vê pêvajoyê de divê bêhtir hewldan bê kirin, tevlîbûn çêbe."

Şerê dijwar bi şev û roj didome

Karayilan got, “5 mehên derbasbûyî ji bo me demeke pirr giring bû. Îro hefteyeke din bi ser re derbas bû. Yanî 5 meh û hefteyek e li herêma Zap, Metîna û Avaşînê şerekî mezin heye. Ew yek tiştekî ne ji rêzê ye û di dîroka gelê me û têkoşîna me de tiştekî nû ye. Dewleta Tirk çekên ku ji aliyê yasayên navdewletî ve hatine qedexekirin, weke çekên cûr bi cûr ên kîmyewî, çekên nukleerî yên taktîkî, yên termobarîk û yên fosforê hemûyan bi kar tîne. Rexmê wan hemûyan jî dewleta Tirk hîn jî negihiştiye armanca xwe. Yanî şerekî pirr mezin niha heye. Di serî de li Girê Amediyê, Girê Hekarî, Girê FM, Girê Cûdî, Şikefta Birîndara, Karker, Werxelê û a niha şerê herî dijwar li herêma Çemço û Sîda li wan deran di tevahiya eniyê de şerekî dijwar bi şev û roj didome.

Yanî performanseke şer a pirr giring niha tê raberkirin. Bi ruhekî fedayî çêdibe, fedakariyeke pirr mezin tê raberkirin. Yanî cesareta îro ya keç û xortên Kurd û dostên Kurd ên Ereb jî tê de hene, bi rastî di aliyê bilindkirina îradeya mirov de mînakeke mezin e. Niha gerîlayên azadiya Kurdistanê kelehên bin erd çêkirin û li ser erdê jî tarzê tîmên pispor bi pêş xistin.” 

PDK hem bi me re û hem bi dijmin re rûdinişt

Karayilan bal bire ser giringiya berxwedanê û belkêşiya hevkariya PDK´ê bi dagirkeran re jî û got, “Heger artêşa Tirk ev 5 meh û hefteyekê li Zap, Avaşîn û Metînayê nehatiba rawestandin, kî dizane bê ka wê niha heta kuderê biçûya. Wê li ser qadê û heta li ser gelê herêmê hîn zêdetir hikûmdariya xwe bi pêş xistiba. Lê li vir hatiye rawestandin.

Niha wexta ku dewleta Tirkiyê ew konsepta çêkir, ji ber ku ew ne veşartî bû yanî eşkere bû, dewletê got, pirsgirêka me ya man û nemanê heye, ji bo me şerê man û nemanê ye û wisa dest pê kir. Me jî wê demê hewl da ku em weke Kurd, hêzên Kurd hemûyan bi siyaseteke hevbeş bersivê bi pêş bixin. 

Niha ez ji bo vê xisûsê dixwazim çend tiştan bêjim. Ya yekemîn; divê rayedarên PDK’ê bizanin ku dewleta Tirkiyê di dîroka xwe de hem dema Osmanî û hem jî wexta avabûna komarê, çi cara ku bi Kurdan re hevkarî û şer kiriye, piştre Kurdên ku bi wan re hevkarî kirî jî tesfiye kirine. Yanî dewleta Tirk, Kurdên ku pê re tevdigerin jî, dema meseleya xwe çareser kir, wan jî tesfiye dike. Ji bona wê niha çiqasê mala Barzanî bi dewleta Tirkiyê re be, wê roj bê ku berê xwe bide wan jî. Ev yek. Ya duyemîn; yanî ev heqîqetek e ku ne ji PKK’ê be dewleta Tirk ti Kurdan cidî nagire. Bi Başûr re wisa têkiliyan çênake. Ma ne berê têkiliyên xwe tine bûn, ku em derketin têkilî çêbûn. Piştre Rêber Apo ku dîl hat girtin, dewleta Tirkiyê got, me PKK qedand, car din her ku çû têkiliyên xwe lawaz kirin û kir xeta sor. Piştî ku careke din şerê me geş bû, dewleta Tirkiyê careke din bi PDK’ê re û hereketên Başûr re têkilî çêkirin û xeta sor rakir. Yanî ev heqîqetek e. Ê niha Başûr dagir dike, wate bi vê dagirkeriyê re êdî tiştekî eşkereye ku bi erêkirina PDK’ê ye. cihên ku niha ketinê ti kes nikare dewleta Tirk jê derxîne. Ji ber ku tarzekî din ê dewleta Tirk heye ku ketibe kuderê ji wir dernakeve jî.

Yanî ev yek ji bo siberojê destketiyên Başûrê Kurdistanê dixe tehlûkeyê. Niha gelê me yê Başûrê Kurdistanê kesek haya wê jê heye ku dewleta Tirkiyê ewqas cih dagir kirine. 30 hezar leşkerên xwe îro li Başûrê Kurdistanê bi cih dike. Ya sêyemîn; nîvê gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ye. Bakurê Kurdistanê jî weke Başûrê Kurdistanê di dema xwe de di qetlîamên mezin re derbas bûye. Ew 50 sal in ku em li dijî vê dewletê têdikoşin. Me heta niha zêdetirî 40 hezar şehîdî dane. 10 hezar girtiyên me hene, serokê me Rêber Apo niha di girtîgehê de ye û em dixwazin li hemberî dewleta Tirkiyê li ber xwe bidin û wan bînin nuqteya çareseriyê.

Yanî heta ku dewleta Tirk Kurdên di nava xwe de înkar bike, ji Kurdên derve re nabe dost. Ew heqîqetek e. Lê tevkariya niha ya PDK’ê ya bi dewleta Tirkiyê re wisa pêşiya çareseriya Bakur jî digire. 

Rewşa heyî dibe ku bi her kesî naxuyê, lê belê ji bo Başûrê Kurdistanê û tevahiya siyaseta Kurdistanê xeter e. Her kesî elaqedar dike. Ji bo wê divê yên xwe berpirsyar dibînin li hemberî vê rêveçûnê bêdeng nemînin.

Ev berxwedana niha li herêma Zapê, Avaşînê, li Girê Metîna, li Metînayê tê meşandin Kurdan hemûyan elaqedar dike. Ji bo gelê Kurd cihê serbilindiyê ye beriya her tiştî. 

Her kes lazim e bi erka xwe rabe

Li hemberî van hemûyan, divê gelê me dakeve kolanan. Gelê me xwe bi rêxistin bike, bêdeng nemîne. Di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de ew jî li erka xwe xwedî derkeve. Kiryarên dijmin ên hovane, yên li derveyî qanûnên navneteweyî, li derveyî hiqûqên mirovî; divê mirov li hemberî van bêdeng nemîne. Gelê me yê li Ewropayê hinekî hewldanên xwe heye. Hîn zêdetir fedakarî pêwîst e. Ji ber ku serdema em tê de, awarte ye.

Yanî mesela niha bi taybetî 2, 3 mehên pêş me, di şerê gerîla de demeke pir giring e. Ji ber ku dijmin jî hewl dide biçe encamê, em jî hewl didin biçin encamê. Hinek piştevanî lazim e. Lazim e gelê me zanibe, dema ku me ji bo vî şerî got 'ev şerê man û nemanê ye', ev ne wisa gotineke ji rêzê bû. Rast e wisa ye. Ji bo wê jî her kesê xwedî xîret, her kesê ku welathez divê di vê demê de çi ji dest tê divê bike. Ciwan divê tevlî bibin. Hîn aktîf bin. Jin, hemû welatparêz divê hîn zêdetir li erkê xwe xwedî derkevin. Berxwedana heta niha ev pênc meh in hatiye kirin bingehê serketina me misoger kiriye.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.